Şelafê Herdemî Mîroglu

Hinek alîgir û şelafên AKPê yê mîna Orhan Mîroglu û AKP bixwe ji rexne lêgirtina sîstema bêhiqûq û siyaseta resteorasyona komarê ve girêdayî, ji pêvajoya tasfîyekirina siyaset û wesayeta nû û ji pêşketinên di vî warî de zêde xwe aciz dikin. Acizîya wan bi awayekî tund li dij kesên wek Cengiz Çandar û yên mîna wî ku hertim şerê demokrasîyê didin û dixwazin cîh li alîgirên sîstema wesayetçiyan teng bikin, aşîtî û aramiyê bînin Tirkiyê dide der.

Ev dijminayî meriv şaş nake, lê ecêb e. Ecêb e çunkî, kesên vê dikin û bi taybet jî yên wek Mîroglu hewl didin ku zimanekî Kurdewarî bi kar bînin. Jargona wan wek welatperwer xuya bikin jî, di esasê xwe de ji avkişandina ser aşê siyaseta wesayetçîyên nû pêve ti karê din nakin, û bi vê metoda bi wesayet jî rewşên ku ne di berjewendîyê millet de, wek xelasîyekê ji millet re binîşan kirin jî namînin, cehalet û paşverûtî ya xwe jî li ser her kesî ferz dikin. Rewş wisa ye ku, tu dibê qey di vî warî de hatine wezîfedarkirin.

Hin ji wan wek qelemşûrên kirêgirtî, kîn û nefreta sîstema wesayetçîyê nû direşînin. Êrîşên ku dikin bê hed û hesab in, bi çavsorî ne. Bêpîvanîya di êrîşê wan de, vexwendinên lînçkirinê, di dekûdolabên van de mebesta tunekirina kesayetê mixalif jî têde, ev revşa ku ev kelemşorên bi wesayet yên mîna Mîroglu têdene bi tu awayekî din nayê binavkirin.

Belê, ev „tekoşîna demokrasiyê ye” û şerê paraztina mewzîyên di destê çînan de ye. Ev „tekoşîna demokrasiyê” şêweyê şerê herî hişk e.

Siyaseta wesayetkar dibêje; „Di şer de her rê û rêbaz mubah e“ Û li ser vî esasî, kuştin, boxtanên reşkirina kesan û bi her awayî li dij derketina xweparaztina siyasetek bi şexsîyet û bi van awayan jî hemi hêz û derfetên di destê xwe de dixin dewrê.

Ji alîkî ve jî, wek xelaskerên qirnê davî şîreta li her kesî dikin.

bi metodên tehdîtkar, dipirsin:

  • Gelo hûn demokratîkbûna welêt dixwazin?
  • Gelo hûn dixwazin pirsgirêkên heyî bi riyên demokrasîyê bên çareserkirin?“
  • Di demokrasîyê de çi heye ku di sîstema wesayeta me a nû de tinebe?
  • Çi kêm e, têra çî we nake?

‘’Ger hûn ji derveyî wesayeta me demokrasîyê bixwazin, çalakîyên weyên însanî jî di nav de, emê bi her derfetê êrîşî we bikin, ji bo tunekirina we emê vexwendnameyên lînçkirinê bavêjin holê, emê rê li ber derketina we ya nav insanan jî asteng bikin“

Belê, ev „tekoşîna demokrasiyê ye” Di vê tekoşînê de hûn li ku cîh digrin girîng e.

Hûn êrîşî kê dikin, li dijberî kê ne girîng e. Îddîayên we çi dibin bila bibin, ji hemuyî girîngtirîn ewe ku, kirinên we bi kêrî kê tên?

Karê kê hêsanî dikin?

Ezê nivîsa xwe bi gotinek rêberê şelafan Fethullah Gulen hezretlerî bi dawî bînim. ‘’Hevîya min ji Xwedayê mezin ev e ku, Xweda we minafiqan hîdayet bike; an na we helaq bike

 

About The Author