Tehjîyên xelkê

1-Hinek kesên heramzade hene  di dijminatiya tevgera Kurd de  ji tehjîyan jî xurttirin, fen û fûtên wan ji yên rovîyan jî bêhtirin, zimanê wan ji gû jî gemartire û ji dûvê kerê jî dirêjtire û ji dijminan jî bêhtir şerê yekîtîya Kurdan dikin.

Qaşo navê nivîskarîyê jî li xwe dikin, kes namîne ku rexnan li wan nakin lê ew ji ba xwedê hatine û şaşîtîyên wan tunene. Ma çawa wê şaşîtîyê bikin û ew li malê paldayî ne, ne kar û ne emel. De xwedê we hedayet bike û vê kînê ji dilê we bimale bîcah Muhemed.

2-Hinek kes hene ku bi vekirina koçikekê xwe rojnamevan dibînin, xwe tirtire hesab dikin û pozê xwe hildidin heya ku li erdê dikeve. Ev kes bi roj raketî ne û bi şev şiyar in û fitne û fesadiyê belav dikin.

Ev qeşmer Li ser sosyalan e û her şev bi sedan telefonî siyasetmedaran dikin. Ma kes ji van çeteyên paltalkê napirse hûn van peran ji kur tînin?

Ma kes ji van napirse îşê we li Tirkiyê çi bû û çi li wir dikir?

Ma kes ji van napirse çawa hûn bûn hevalê Newaf Albeşîr û muxaberat Ceburî?

Doh yekî di dawiya şevê de ji hevalê xwe re digot: „Te dît bê me çi kir,  tiştê me got rast derket li Serê Kaniyê, divê em pişta vê YPG bişkînin û heya bi Dêrikê ji destê van pîsa derxin. Bijî Artêşa azad Alahû Akber.“  Alah û akber li ser çetên mîna we xwedê bi xwe jî ji we bêriye.

3-Hinek hene bi şev û roj li pişt masa rûniştî ne û li şaşîyên ku PYD û çend partîyên din dikin digerin, lê bi hezaran başiyên wan, qehremaniyên wan hene  ev bêbext nabînin.

Wê rojê yekî ji qazî derewek derxist ser rûpela xwe (mesela keçika Pakistanî) û we ev zirtahjî nedîtin  bê çawa gef, derew û navdixwedan dikirin û dixwestin ku herkes bi wan re şerê PYD bikin.

Bi xwedê ew kes wê di  sêravika xwe de bikesidin û partiyên mezin bihev nakevin, wê bibeicin û kes guhnade wan, wê bimînin tehjîyên nêçîra xelkê û bimînin çehş heya roja dawî ji temenê xwe.

Tekbîrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrr Alah û Akber  li ser van heramzadeyan!

 

About The Author