Aştî û demokrasiya navxweyî

Li cîhanê pirî caran destguhertina desthilatiyê wekî şoreş hatiye binavkirin. Belkî ji ber vê yekê serkêşên cûntaya leşkerî jî derbeya xwe wekî “Înkilab” bi nav kiribûn. Gel jî hinekî ji ber nezaniya xwe navê wê kiribûn “Înkîlab.” Ev herdu peyv jî bi erebî ne. Peyva “Înqilab” ku Tirk wekî “Înkilab” bi nav dikin, ji rîşeya “Qelebe” ango “Wergerand” tê, peyva din jî têkildarî peyva “Kelb” ango “Kûçik”e. Her çiqas bi nezanî gotibe jî navê ku gel lê kiribû “Kûçikbûn” rastir bû.

Me ji bo çi ev mijar vekir? Ji bo ku em bala xwînerên xwe bikişînin, ser wateya şoreşê. Gelo şoreş bi rastî jî guherîna desthilatdaran an guherîna çemk û ramana civakê ye? Berê marksîst jî di nav de, her kesî wisa bawer dikir ku gava xwediyê desthilatiyê biguherin, dê reng û awayê pergalê jî biguhere. Lê hilweşîna pergala sosyalîst bû sedem ku mirov li ser vê yekê bi awayekî hûr û kûr bihizirin. Lewre partiya ku li ser navê çîna karkeran dest danî ser desthilatiyê, piştî demekê ji çîna karkeran dûr ket û şibiya desthilatdarên berê. Bi kurtasî bûrokratan cihê axa û patronan girt.
Tiştê xerabtir, ji ber ku civakê dewlet wekî dewleta xwe dîtibû, xwe li hemberî dewletê birêxistin nekiribû, qada sivîl ji hemû mafên xweparastinê bêpar mabû. Li holê bi tenê partiyek hebû û ew partî jî ketibû destê bûrokratan, lewre pergal di nava xwe de riziya û piştî demekê li hemberî pergala kapîtalîst têk çû.
Li hemberî vê yekê li welatên kapîtalîst ji ber ku qada sivîl rêxistî bû, mirovan karibû hinek mafên xwe yên demokratîk û însanî bi kar bînin, hêzên demokratîk destûr nedidan hêzên desthilatdar ku hespê xwe li gorî dilê xwe bibezînin.
Heke em bi vî çavî li şoreşa Kurdan binêrin, em bi hêsanî dikarin bibêjin ku gelê Kurd di warê çemk û zîhniyetê de şoreşa xwe pêk aniye. Îro her çiqas gelê Kurd hê desthilatî bi dest nexistibe jî di gelek waran de şoreşa xwe pêk aniye. Kesên ku dixwazin vê şoreşê bibînin bila bala xwe bidin têkoşîna jinên Kurd.
Lê belê şoreşa demokratîk a gelê Kurd di warê çemk û zîhniyetê de hê jî temam nebûye, lewre di nav civaka Kurd de hê jî gelek kes bi çavên berê li mijara şoreşê dinêrin û ji bo pêkanîna şoreşê bidestxistina desthilatiyê wekî tiştekî mecbûrî dibînin. Li aliyê din hinek kes şoreşa neteweyî û şoreşa demokratîk ji hev qut dikin. Li gorî hinekan heta ku şoreş neçe serî û Kurd li welatê xwe desthilatiyê bi dest nexin, divê tu kes doza demokrasiyê dernexe pêş û qala demokrasiya navxweyî neke.
Li gorî baweriya min xwediyên vê fikr û ramanê ji şoreşa gelê Kurd tiştek fêm nekirine. Di şoreşa gelê Kurd de doza neteweyî û doza demokrasiyê bûye yek. Yanî şoreşa gelê Kurd hem şoreşeke neteweyî ye, hem jî şoreşeke demokratîk e. Ji ber vê yekê jî divê gelê Kurd serê pêşîn aştiya navxweyî û demokrasiya navxweyî pêk bîne.
Aliyekî din ê vê şoreşê jî pêkanîna plan û projeyên civakî ye. Gelê Kurd dê hebûna xwe bi xurtkirina nasnameya xwe ya çandî mîsoger bike, dê şoreşa xwe ya demokratîk jî bi pêkanîna projeyên civakî û aborî bibe serî. Kurdan kengî rêxistina xwe ya civakî di her warî de pêk anî û pergala xwe ya perwerdeyê ava kir, hingî em dikarin qala şoreşa Kurdî bikin. Heke civaka Kurd di her warî de xwe birêxistin bike, demokrasiya xwe ava bike û têkiliyên xwe bi gelên din re li ser vê bingehê pêk bîne, hingî tu hêz nikare şoreşa gelê Kurd têk bibe, lê heke van gavan neavêje û bi tenê li qadekê desthilatiyê bi dest bixe, hingî ew şoreş jî dê bişibe gelek “Şoreşên” berê û dê nebe şoreşa demokratîk a gelê Kurd, lê dê bibe şoreşa hinekan.
Êdî gelê Kurd ne tenê çarenûsa xwe, çarenûsa gelên herêmê jî diguherîne, lewre divê em vê şoreşê nekin qurbana desthilatiya hinekan. Her wiha divê pêkhênerên vê şoreşê bi tu awayî nebin bengiyê desthilatiyê û xwe ji tengbîniya neteweyî jî rizgar bikin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

 

About The Author