HAHOOOOOO! Qumandarên ku derbe bikin nehiştine…

Hin caran em dibêjin ku ev kurtan ji van Tirkan kêm maye, yek dibê wilo nebêjin yaw .

Hin caran em dibêjin ku ev hefsar ji van Tirkan kêm maye, yek dibê wilo nebêjin kuro.

Hin caran em dibêjin ku çar nal ji binê simên Tirkan kêm in, te dît dîsa yekî got ohooooooo, law wilo nebêjin babam.

Baş e, eger ev CHP ya lawikê Makedonî ku ne hov û hirç bûna, heke ne cewrikên dêlika Asenayê bûna, heke dayikên wan ne doxînsist û bavê wan jî ne qewad û kêş bana, digotin “qumandarên ku derbeya leşkerî bikin nehiştine?”

Wek vî qûnekê parlementerê bajarokê Aydînê ku qumandaran radaye maka wî û ew fiştiqiye, gotiye:

– Ax û wax! Niha qumandarek hebûya û derbeyek li Qasimpaşalî Receb bikira, wê dilê min hênik bibûna.

Mêro, çûye nava gundîyan û giliyê hikûmeta xwe dike.

Te dît, ji xwe Atatirkê Makedonî jî kenê xwe bi gundîyan kiriye û gotiye: Gundî efendiyên xelkê ne.

Ev qûnekê Osman Aydin jî gotiye:

– Berê her çend salan carekê derbeyek leşkerî dibû û desthelatî dihate guhertin. Lê niha qumandarek jî nehiştine ku derba leşkerî bikin. Wan serê qumandaran xistine kuna dayika wan cihê ku jê hatibûn…

Axir, partîya Atoyê Makedonî, ango CHP a ku îro hinek Kurdên me jî di nava wê de lotik û zîtirkan didin xwe, li generalên derbecî digerin ku derbeyek leşkerî li Qasimpaşalî Receb bikin û wî totlanî hev bikin. Lê xuyaye Qasimpaşalîyê me jî gunikreşekî temam e haaaaaa, mêro ew general û meneralkên CHP hemû xistine axurê Sîlîvrîyê û ha ha tilîyan davêje bin dûvê CHPî yan.

De xwedê bikim  yek bi kêr be û yek bi penîr be…

Enqere

About The Author