Belê, vê fersendê nerevînin babam. Tê derxin û vê zivistanê çewalek petat qezenc bikin.
Gelo serokê Kurdên dinya û axretê başqan Ocalan (Apo) û serokê Kurdên erd û ezmanan başqan Kemal Bûrkay (Xalo) li ku hatine cem hev û li ku xwarinê dixwin?
Haaaaaa, em heqê pismamê xwe Sertaç Bûcak jî nexwin qardaşim, ew jî demekê giregirek ji giregirên PSK bû û hema bêjin ne kêmî Apo û Xalo bû. Sertaçê me jî bi wan simbêlên xwe yên boqane beşdarî xwarina serokan bûye û şûr simbêlên wî nabirre.
Îcar tê derxin û çewalek petat ji xezîna Demokratîk Lotikxane Partîsî qezenc bikin cîgerim.
Ev serok û giregir li ku hatine cem hev û li ku xwarinê dixwin?
1- Li Şamê
2- Li Lezqîyê
3- Li Romayê
4- Li Rûsyayê
5- Li Ewrûpayê
6- Li Yewnanîstanê
7- Li Ezmanan, di balafirê de
8- Li axretê
9- Li ser pira siratê
10- Li Îmralîyê
De xwedê û pêxember, Îsa û Mûsa bi we re be rebbî…
Çewalek petat qezenc bikin û zikê zarokên xwe têr bikin..