HEY WELEEEED BI TENÊ MAYE!

Sîxur û nijdeyên Lotikxanê di van rojan de xwe gehandin mala serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û hem dengê wî girtin û hem jî hemû deverên nava malê girtin kamerayê. Hûn dibînin ku jinê jî dest jê berdaye û oxlim ew bi tena serê xwe maye.

Kurd dema ji xwe re dia dikin, dibêjin: “Ya Rebî tu min şaş nekî. Heke te min şaş kir jî, tu min fahş nekî. Heke te min fehş kir jî, ya Rebî tu min bi erdê re kaş nekî.”

Îcar hûn zanin ku kaşkirin çi ye gelî lotikvanan?

Ha bi sê telaqê mêrberdanê, ev a ku hatiye serê serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî.

Pisporên Lotikxanê hewqas şîret lê kirin, lê wî fêm nekir.

Hewqas gotinê: „Lawo qûnde, wele, bile, tele tu serî bi Kurdan re dernaxî, xwe neke gotingir û guhdirêj“ lê belê forta Sedam Hiseyn lê jî lefiyabû û rabû leşker şande ser Kurdan.

Îcar leşkerên Kurdistanê çi kir, hûn zanin? Pêşî Malikî sinet kirin. Piştre herdu guhên wî yên dirêj qusandin. Piştre jî terîya wî birrîn û pişretir jî devê wî dirûtin.

Xwedê wekîl e, niha jina wî jî dest jê berdaye û ew tiqûtenê bi tena serê xwe di malê de maye. Ne kes silavê lê dike û ne jî êdî kes li rûçikên wî dimeyizîne.

Vî Nûrîko jî nola Gurê Nalbend kiriye ku rovî gotibû wî: De lawo guro, qey bavê te nalbend bû, bapîrê te nalbend bû ku tu jî nalbendîyê dikî?

Pisporên Lotikxanê jî gotibûn Nûrîko: De lawo ma bavê te serokwezîrtî kiriye, bapîrê te kiriye, heta ku tu jî dikî? Were oxil, dolarên Lotikxanê pir in, heta ji te re lazim e, em ê bidin te û tu jî here li bajarê Qûmê rûne û bibe Ayetullah Nûrî El Malikî hey bêaqil…

About The Author