KEREKÎ JI KERAN KERTIR

Me kerekî ji keran kertir dît, ne dûv  pêve heye û ne jî du guhên dirêj

Yekcaran Lotikxane dinivîse, dibêje ev cewrikên Asenayê nabin mirov, ha ku te dît li qûna wan zor hat û gotin: „Hahoooo, hûn Kurd ji xwe me xirab dibînin qardaşim“ û didin lotikan.

Ê de oxil, ha va ye çêleka te û ha va ye hîv û stêrkên Xwedê ku li ezmên in.

Li gor sîxur  û nijdevanên Lotikxanê dibêjin,  li navçeya Osmancika bajarê Çorumê çêlekvanek bi navê Ilhamî Ozdogru heye ku çêlekan xwedîdike.

Sê sal berê çêlekek wî oxilî zaye û golikek sor û vekirî anîye. Ew golik niha mezin bûye, bûye nogon û hindik maye ku ew jî bibe çêlek.

Li kêleka nogonê nîşan û şanek Xwedayê mezin heye ku bi rengê spî û dibêjin: Hîvek û stêrkek

Xwediyê nogonê dibêje: Ev, alaya Tirkiyê ye.

Baş e oxil, ev ala Tirkiyê kengî derketiye holê?

Em rastiyê bêjin? Piştî ku Ewrûpîyan axa Anatoliyayê ji tirsa Lenîn teslîmî Misto Kemalê xwe kirin.

Baş e oxilê çêlekvan, ev hîv û  ewqas stêrikên ku li ezmên hene ji kengî ve derketine holê?

Jixwe tu nizanî, lê dema ku hîn tov û bav û kalikên te nehatibûn vê dinyayê hebûne.

Hey kerê Xwedê..

Me hewqasî ker dîtine, lê ji we kertir jî ker tunin.

Me hewqas hov dîtine, devehên Ereban jî ji we ne hovtir in.

Tenê em vê dibêjin:

Xwedê alîkariya Qasimpaşalî Reco bike ku dikare serokatiya ewqas ker û bergîlan bike

About The Author