Partîya Teralên Kurdistanê ava bû, kilîlîllîlîîîîî!

Ji bo raya giştî  a Kurd û Mird

Em bi navê Partiya Teralê Kurdistan (PTK) şaxê Ahmedê Berazî dibêjin: Em weke partî nema ji Desteya Bilind û Gelê Amûd, Dirbêsî, Girkê legê, Dêrik, Efrîn û Kubanê qebûl dikin ku a xwe bi ser a me bixin.

Di vê pêvajoya nazik de em vê pirsê ji wan dikin:

Ka çima îro xanî bi ser we de jî mîna Hims û Hemayê naherifin biraderên qedir giran?

Çima dengê balafirên Esed (şêr)nayê guhê we jî mîna Dêrezor û Derhayê sayîn beg efendîler?

Çima Agirê Helebê neketiya nava bajarên we jî, ma ev e biratî keko?

Na! Welle, bille û tille em weke partî van ji we qebûl nakin allahwekîl!

Ka bera çend bajarê we jî mîna yên Erebekan xera bibin sayîn desteya bilind!

Ka bera hinek bajarên we jî vala bibin û şîniyên wan herin ber destên leşkerên Kerdoxan dosto?

Wekî din jî em tînin bîra we ku em tucara girtina hevalê xwe Dr. Zirto Beg ji hêla asayişa we ve qebûl nakin, we bi tundî şermezar dikin û ji we dipirsin:

Yanî dinya xerabû ku hevalê me xwest çend zilamê Kerdoxan û Arhur bîne Qamişlo sayîn demoqratlerrrrr?

Ma dinya xerabû ku hevalê Dr.Zerto xwest rûyê me Kurdan sipî bike û çend zebeniyê cêş al Erhûrî bîne Kubanê beg efendîlerrrr?

Ma dinya xerabû ku hevalê me xwest Kurdîtiyê tenê heya ku Erhur û Erdoxan li dijî Beşarko bi serkevin ji bîr bike û tenê hemwelatiya Sûrî bide pêş sayîn asayîşlerrrrr?

Kanî demoqrasiya we?

Kanî mafê xwefiroşa?

Kanî mafê Terala?

Ma hûn çima rexna qebûl nakin sayîn desteya bilind?

 

Partiya Teralên Kurdistanê (PTK)

Şaxê Ahmedê Berazî

Rêkxistina Kuban û Efrînê

About The Author