ŞÎRETÊN SAYIN ÇEQILMAST OKTAY VURAL

 Ev qûnekê Oqtay Vural ê ji dola pêxwasên Diyarbekirê, ku maka wî jî qûndeyek har ji wanên di nava Bedena Amedê de bû, niha rabûye li ser navê Tirkan û Tirkîtîyê dest bi şîret û nesîhetan dike û aqil dide Tirkan.

Oxil, ka carekê dola xwe derxîne temîzê û xwe daweşîne, da em zanibin ku tu ji kîjan nijadî yî ewladim!

Oxlanê qûnek dibêje: “Bi gotina ku pirsa Kurd li Tirkîyê heye, Tirkîyê dikin du şeq. Şeqekî dikin Kurdistan û ya din jî bo Tirkan dihêlin. Ev jî piştî çend salan wê bikin hewdel û ji holê rakin” filan û quzilqurt.

Ev qûnekê me di civîna partîya Turkeşê nîvKurd û nîvErmen de, li restoranga li Urlayê, di civîna bi navê ”Dostên Dilan” de got ku “Ewê dibêjin pirsa Kurd li Tirkîyê heye, gû bi heftsed bavên xwe re dixwin, ew yekparetîya Tirkîyê dixin xeterê. Ev leyztikên hanê berê jî hatibûn kirin. Lê belê bav û kalên me kulmek wisa qerase li nava çavên wan xist ku qûna wan qelişî. Ew dixwazin Tirkîyê dabeş bikin, dibêjin ev aştî ye. Lawo ma aştî ev e babam? Aştî ew bû ku me li Qibrisê di 1974an de kir, ha aştî welê dibe” û serê xwe xist gora heftsed bavê xwe.

Vuralê qûnekê Bedena Amedê gotiye:

“Kujerê bebikan wa ye dikin muxatebê Qasimpaşalî Reco. Reco dibêje: “Şer hêsan e, lê aştî giran e. Olan Reco, tu behsa çi şerî dikî oxlim? Dest pê bike û kevir li ser kevir nehêle. Ev miletê ku axa wî yek e, alaya wî yek e, xwîna wî, pardon rêya wî yek e, mejiyê wî yek e, jixwe di nava aştiyê de dijî oxil” û ajotiye ser Qasimpaşalî Receb.

Ev dolheramê me sayin qûnek Oqtay Vural ê bîjî, şîret li Qasimpaşalî Reco dike û dibêje: “Serokê sererd û binerd rêzdar Ocalan du sal berê nizanibû ku wê çawa rakeve û berê doşeka xwe bide kîjan alîyê Îmraliyê. Lê niha te wî kir qaremanek û va ye tu wî dizewicînî. Ha wele eger sibe du sibe tu wî berdî jî, êdî em şaş nabin. Ha wê hingê ewê bikute me û gora heftsed bavên Ergenekoncîyan tevan” û li sînga xwe xist.

Bawer dikim hewce nake em dubare, sêbare û çarbare bikin. Li Tirkîyê çi kesên ku herî zêde Tirkayetî û nîjadperestîyê dikin, piranîya wan dolheram in, dewşîrme ne, bîjî yan jî heramzadeyên kuçe û kolanan e. Aha yek ji wan jî cîgerim Oktay Vural ê Sêrtî ye.

Amed

About The Author