Ma kîjan Kurd hevdu qebûl dike xalê Celîl?

Xalê me Prof. Dr. Celîlê Celîl, hevpeyvînek bi Dengê Amerîka re kiriye û çend lotikên ademî û pisporî avêtiye.

Xalê me Celîê Celîl gotiye: Kurd dîroka xwe bi giştî nizanin, çunkî di nav Kurdan de profesyonelîyek ku bingeha xwe ji zanistîyê bigire bi cîh nebûye. Divê Kurd bi profesyonelî diroka xwe bikolin. Ji bo wê jî, divê ew zimanên miletên ku li ser erdnîgarîya Kurdan hikum kirine, hîn bibin ku dirokê rast bixwînin. Piştî ku sînor ket nav axa Kurdan, hem di warê zimên de, hem jî di bingeha têgeha Kurdîtîyê de perçebûnek çêbû ku êdî rewşenbîrên Kurd dibêjin “Ez Soran im. Ez Kurmanc im. Rewşenbîrên me berhemên hevdu naxwînin û hevdu qebûl nakin. Xwe ji yên din mezin dibînin, loma di nav wan de hevkarî çênabe” filan û bêvan.

Ax xalê Celîîîîllllll û wax xalê Celîl!

Hey te serê min xwaro, tu dev ji rewşenbîr û nerewşenbîran berde xalo, ma kîjan Kurd hevdu qebûl dike bavê mino?

Himalê Kurd himalê din qebûl nake.

Şivanê Kurd şivanê din qebûl nake.

Gavanê Kurd gavanê din qebûl nake.

Serokê Kurd serokê din qebûl nake.

Nivîskarê Kurd nivîskarê din qebûl nake.

Rewşenbîrê Kurd rewşenbîrê din qebûl nake.

Hunermendê Kurd hunermendê din qebûl nake.

Zirnevanê Kurd zirnevanê din qebûl nake.

Û bi sedan mînakên din….

Tu zanî kîjan beşê Kurdan hevdu qebûl dikin xalê Celîl?

Bi dîn û îman, ez bi serê Îsa û Mûsa kim, tenê qûnekên Kurd hevdu qebûl dikin!

Tenê germik û nermikên Kurd hevdu qebûl dikin û rêzê ji hev re digirin!

Û ji ber vê helwesta wan, ji ber vê germik û nermikbûna wan, rebena di nav civatê de nayên hezkirin û qebûlkirin wesselam….

Amed

About The Author