Bajo xalê Canan bajooooooooo!

Çima ku wekîlê BDP û parêzerê al û yekîtîya dewleta Tirkiyê xalê me Esat Canan li Siûdî Erebistanê ala Tirko li otelê daçikandiye, hinek malperên me xwe aciz kirine, hinek Kurdên me xwe enirandine.

Çima hûn ji xalê me Esat Canan û ji BDP aciz in babam?

Law ma xalê me Canan qebhetek kiriye?

esat canano Ma BDP qebhetê dike?

Siyaseta wan çi be wê dimeşînin, niyeta dilê wan çi be wê dikin, helwesta wan çi be wê pêk tînin. Ma rastî ne xweş e qardaşim?

Ciwamêran venaşêrin babam, wek mêran rasterast dibêjin; „Em parêzerên ala Tirkiyê ne, em yekîtîya Tirkiyê diparêzin, Atatirk stûna garantîya Tirkiyê ye, ala Tirko ala me ye jî“ filan û fîstan.

Kuro ma ji rastîyê xweştir heye oxlim?

Ma çavê we lê ye xalê me Canan û wekîlên BDP xwe gunehkar bikin û li derveyî welêt ala Kurdî daçikînin ha?

Na cîgerim, na….

Xwe nexapînin…..

Hûn fitne û fesadên netewparêz û Kurdçî nikarin xalê me Canan û wekîlên BDP bixapînin cîgerim.

Hûn nikarin wan ji rêya Kemalîzmê vegerînin û wan bînin provokasyonê û hûn sax…

Colemêrg

About The Author