Abdûllah efendî li ser beton Misto girîya

Doh di rajnameyek Turkan de wêneyek Qeranê Urdinê Abdûllah 2 weşandibûn û
di bin wêne de jî gotibûn,”Evdo li ser qebra Beton Kemal xwe negirtîye û li ser wî girîyaye.”

general girinWey li min ê…

Ev çi bêbextî li Evdoyê me kiribûn!

Rabû min xwe negirt û bi rêya telefonê min têkilî bi Abdûllah2 re danî.

Hûn zanin, mervantîyek di navbera me Kurdan û Abdûllah efendî de heye!
Niha ez zanim hûn dibên ”Malxerab, em li ku Urdin û Abdûllah2 li ku?”

Weha nebêjin.

Ma navê serokê me yê dinya û axretê jî ne Abdûllah e yabo?
Navê wî jî ne Abdûllah e heyran?
Êêêê……. îca em bi navan digihijin hevdu qurban.

Welhasil, ez serê we neêşînim..

Min jê pirsî: Kuro Abdûllah2, ev çi rezîltîya te ye kuro?
Ma tu ji bavê xwe fedî nake,tu çûye ser qebra wî bêîmanî û li ser digirî?

Bersiva da min got: Na lo, mesele ne ew bû. Bawer bike ez ne li ser wî digirîyam.
Kuro, ji sûka hirra min ji xwe re pêlavek kirîbu,bêxwedîyê tenk bû û li lingên min dixist. Ez ji ber êşa lingê xwe digirîyam wî. Ez ji te re tiştekî din ku hîn xerabtir bêjim, lê sûnd bixwe ku tu ji kesekî din re nebêjî, di nav min û te tenê de bîmîne.”

Min jî bi serê wî û bi qebra beton Kemal sûnd xwar.

Û rabû got: Kuro ne tenê  ji çavan av dihat, ji jêra min de jî av diherikî law!

About The Author