Merheba çîroka şerê brakujî!

Vê tirsa şerê brakujîyê nîhaye kefenê 101 bavê me. Ji bo ku şerê brakujîyê nebe, hinek partîyên me tawîz li ser tawîzê didin hinek partîyên din û meydanê ji wan re dihêlin. Nizanim ne birastî jî ew şerê brakujîyê naxwazin, yan jî ji qûna wan nayê ku şer bikin. Çi dibe bila bibe, lotikek çeqilmast di vê helwestê de heye.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêr û Qamişlo be, dibêjin xwedêgiravî Sekreterê Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê (Al Partî) xalê me Dr. Abdulhekîm Beşar, l igel televizyona Gelê Kurdistan axivîye û bi mîrkutan rabûye ser serê PYD û ew kiriye heval û şirîkê partîya BAAS ê.

abdulhekim_besar-1Çi gotiye xalê me Beşar?

Gotiye: „Exûyî, YPG û Encumena Gel ya rojavayê Kurdistanê (ser bi PYD ve) çi tiştê baş hebe li ser navê xwe dikin, lê dema ku tiştekî xerab jî hebe li ser navê Desteya Kurd ya Bilind dikin, ji bo ku di wan kiryarên nebaş de partîyên din jî bikin hevpar“ filan û bêvan.

Û ji bo PYD çi gotiye?

Gotiye: „Binerin exûyî, PYD wekeBaasiyan tevdigere, wan dest danîne ser her tiştî û em vê yekê qebûl nakin. Hêzên din yên Kurdî hene ku amadene rojavayê Kurdistanê biparêzin, lê belê YPG nahêle, ew dibêjin yan ew hêz dikevin bin emrê wan yan jî ewê ji rojava derkevin. Hêzên din dikarim daxwazên YPG red bikin û li hember derkevin, lê belê wê şerekî birakujîyê derkeve, ev jî xeteke sor e.“ filan û kiras û xeftan.

Siphan ji hikmeta xwedê re!

Siphan ji vê mahne û sedemê re!

Yaw bavê mino, yan gazindan ji PYD nekin û cilika teslîmîyetê bikşînin serê xwe, yan jî heke hûn dixwazin di rojava de bibin xwedî gotin û xwedî hêz, wek mêran ji PYD re bêjin êdî bes e baba!

Îcar ev çi çîrokên şerê brakujîyê û xetên sorik û morik in exûyî!?

Ji xwe ji ber vê helwesta tirsonekî û teslîmîyetê, ji ber vê çîroka vala ya „şerê brakujî û xetên sor“ malik li Kurdên bakur jî xira bû.

Rêxistin û partîyên Kurdên bakur jî heman xwelî li serê xwe kirin û gotin: „ji bo şerê brakujî dernekeve em li bakur dest bi şerê çekdarî nakin. Heke em bikin em û PKK emê rabin hev, wê şerê brakujî dest pê bike“ filan û jehr û ziqûm.

Kuro oxlim, hûn şerê PKK û PYD bikin jî wê bi mîrkutan li nav serê we xin, hûn şerê wan nekin jî wê li nav serê we xin. Îcar hema bila mirinek bi xîret be û ne cilika teslîmîyetê be wî!

Werhasilî kelam, li gor dîtina min xeletîya herî mezin hikûmeta başûr û hetta Serok Barzanî bi xwe kir û dike. Çawa ku tu plan û stratejîyek wan ji bo bakur û rojhilat tuneye, ji bo rojava û Kurdên rojava jî tuneye. Serok Barzanî jî gotibû „Em naxwazin şerê brakujî derkeve“ û li bakur meydan ji PKK û li rojava jî meydan ji PYD re hiştin.

Axir, bi xwezîya meriv nagihê baqê kezîyan qurban..

Wele ez bi serê xwe û we kim, Zor zane, zêr zane û devê tifinga mor zane.

Ne bi vitevit û zirt û gef û fortan e. Zor, zêr û tifinga mor bi kê re be, mîr jî ew e, beg û paşa jî wesselam…

About The Author