Altan: Yaw ma ne sayin serok gotibû bila kes pê nehise, em ê çi xwelîyê li serê xwe kin? Hi ihi…!
Sirri: Kekê Altan, ez û tu û Perwînê û sayin serok bûn. Ji bilî me kes tune bû. Ma qey dîwar nepeyivî… Gelo hinekan ew kêzika deng bi dizî nexistibin bêrîk-mêrîkên sayin serok?
Perwîn: Na yaw, hayê sayin serok ji bin erdê û ser erdê heye, ji bavê kê zêde ye kelmêşa deng têxe bêrîka wî.
Sirri: Xwişka Perwîn, ew ne kelmêş e, kêzik e, kêzika dengguhdarîkirinê…
Perwîn: Hayho! Yaw Sirri abê ha klemêş ha kêzik, çi ferq dike. Jixwe li Mêrdînê dibêjin, dims û bekmez ferq êtmez. Li ser kitekitên biçûk nesekine wîî. Ya girîng ji hev fahmkirin e, ji hev fahmkirin…
Altan: Yaw dev ji kelmêş û kêzikan berdin, ez rabim ez ê di kelmêşan nim heta bighê kêzikan! Kê şitexalîyên muzakereyê belav kirîye, divê em vê bibînin weyy. Hûn rabûnin bi pey qûna kelmêş û gêrîkan ketine.
Sirri: Kekê Altan, ne kelmêş û gêrîk, kêzik, kêzik…

çendo aydin
Altan: Sirri, ez ê di van ayaxa nim ha! Mijara me ne req û beq in. Mijara me belavkirina şitexalîyên muzakereyê ye.
Sirri: Cara dawî dibêjim û vê mijarê diterikînim. Ew a ku ji bo guhdarîkirina deng ne kelmêş û mêş e, kêzik e û hew.
Perwîn: Welle Sirri abê ez û kekê Altan Kurd in, nizanim gelo dibe te li derna bi hev mevalên xwe yên Tirk re ev mijar par ve kiribe? Yanî nizanim…
Sirri: Xwişka Buldan, ez te şermezar û qûna mîtê jî dax dikim. Heyf û xebînet ku tu ji min dikevî şikê. Ez mirovekî enternasyonal im.
Altan: Welle Sirri, yek ji me peyivîye. Ka îcar kî ye, nizanim.
Perwîn: Ez zanim, tu zanî, Xwedê zane…
Sirri: Eyb e yaw, em xwişk û birayên hev in. Hûn çawa ji min dikevin şikê.
Altan: Ez zanim, tu zanî, Xwedê zane.
Sirri: Welle xwişka Perwîn, bawerî bi jinan nayê. Û ruhê wan di peyvê de ye. Tew ez dibêjim, te li derna peyvin ji xwe berdaye.
Altan: Sirri, tu heqaretê li jinan dikî. Û ev şêwaza te şiwazeke feodal e. Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e…
Sirri: Kekê Altan, ez hevala Perwîn protesto dikim û dest bi grêva bêdengîyê dikim.
Perwîn: Welle bêdengî sûc lixweqebûlkirin e.
Sirri: Himhimihimhim…!
Altan: Welle Sirri te pê girt!
Sirri: Himmihihimihimm…!
Perwîn: Welle Sirri himmi nizanim, te sûc li xwe qebûl kir.
Sirri: Himmihhimhimmiimm…!
Altan: Xwişka Perwîn madem sûcdar hat dîtin, no problem! Bibore, pirsgirêk nîn e. Surêc ê wek ava çemê Dîcleyê biherike.
Perwîn: Kekê Altan, tew ez dibêjim ka em Sirri abê bibin radestî Teyo bikin, da ku bes bi ser me de bike himehim û zirtezirt…
Sirri: Himhimmiihimhim…!
Altan: Kuro hela bise hela bise… Em belasebeb hev sûcdar dikin. Me ew ehmeqê çaycî şandibû fotokopîyê, hinekan nenîyhabin qûnê jê nedizîbin?
Sirri: Himhimihimimim…!
Altan: Law Sirri ji bo Xwedê dev j ime û xwe û vê girevê bedre lo! Em dibêjin sureç çû, muzakere xetimî, tu hîn dibêjî himhimihim. Himhim û quzilqurt! Here di quzê dîya çaycî ne, bê hûn wê kopîyê jê nastînin.
Perwîn: İhi! Tew! Hasil çû di Mûsil re derket, kopîkopîya we ye. Bi Xwedê sayin serok ê w eli ser lingekî bisekinîne…
Sirri: Himhimhimimim!
Altan: Hayhoo dev ji himhimima xwe bernade. Yaw tu çi serhişk e Sirrî. Em dibêjin sureç, muzakere, çaycî, kopî… Te bi qûna vê girevê kirtîye û bernadî…
Sirri Sureyya: Himhimhimmm!
Altan: Himhim û serî!

About The Author