SAQÎ

Serabê bid min saqî, bi fincana firfûlî.

Xemê dilê min pir in, bila carkê bifirî

Zûde ket ser hevûdu, wext û zeman bihurî

Hero li min nûjen in, li ser min qet nebûrî

rotwin

Li quncika meyxanê, bi tenê ma kêfxweş im

Xelk vedixwe bo kêfê, divexwim bo bext reş im

Tu halê min dibînî, perîşanim bextreş im

Armanca min bo jinê, bi hêvî û kêfxweş im

 

Ê divexwin bo kêfê, tehma wê ket nas nakin

Xwepêşandan û leq leq qedehên xwe radikin

Feqîrin pir nezan in, nizanim çi fêm dikin

Dixapênin xwe bi xwe, ne hindik pir gelek in

 

Ev şeraba xweş û miz, ne layîq devê wa ye

Zehmetîya tu dikî, tu bixwe zane hewa ye

Tu wer li rex min rûne, em noş bikin bi raya

Em xweş bikin suhbetê, ji boyî me dewaye

 

Ew fêm nakin derdê min, ne jî ji şeraba miz

Ewna xwedî pere ne, tev tolaz û teva diz

Exlaq bi wan re tune, ne jî qîmetê nêrgiz

Haya wan ji welat tune, weke gayê li ser kiz

 

Şerab bi şerbik newêne, li rex min tu deyne kûz

Ez pir ciwan û xort im, tu nenere li pişta xûz

Yeqînî min bi xwe heye paqijim wek dara gûz

Bi hêvî,qet bê şiphe sûndê dixwim ez bi gurz

 

Xwîna di raya min de ye, dîsa didim ser didim

Qet ne vir e pê şaya, ferz li ser min ne cird im

Hêjaye pir hêja ye, ser û can tev di rê dim

Cenkzêr im min dil daye, bo evînê pir merd im

23.10.1995

About The Author