Çi bi Janê me hatiye?

Gelî camêr lawên camêran, biraderên qedir giran, gelo miletekî bindest û partiyek ku tekoşîna azadîyê dide çawa dibe faşist ez nizanim? Weleh û bileh û tileh vê nivîsa Dostê Janê mejîyê min çelqo melqo kir û mehdê min ji nivîsandin û nivîskarên mîna vî kesî xeland, ez nizanim gelo yê we camêran çawa kir?

Carekê radibe lêborîna xwe ji gel dixwaze ji ber ew 9 mehan di Medya tv de xebitiye, em tev jî dizanin bê cihê vê kenalê li ba gelê Kurd çiqas heye.

rezan dosto

Carna jî çîr, xeber, sixêf û tiştên nebaş ji kesên ku wî rexne dikin re dike, wan dide ber lotikên bêîman û tiştên ji exlaq û edebê dûr dibêje.

Carna jî dev davêje kesên cihê rêzê û nivîskarên payebilind mîna Ahmed Huseynî û Helîm Yûsiv û ji wan re dibêje nivîskarên bê helwest, yan jî newêrin ji tirsa sazîya xwe dengê xwe hildin filan û bêvan. Ya rebî starrrrrrrrrrrrrrrrrrrr! Kuro lawo bêrêzîya heya vê astê min nedît û ez nabînim jî, vê tevî dike tenê ji bo xwe bi wan re bipîve ellah wekîl.

Gotinek pêşiyan heye dibêjin: Keçelo navê min li te û kumê min li serê te.

Xuyaye ev jî halê kekê me Jan Dost e.

Ev  diyaloga li jêr di navbera Dostê Janê û belangazê Rêzan Tovjîn de çêbuye. Îcar biryar a we ye delalno.

Dost: Tu jî ê şikevtan î, hey bêedeb kurê sed bêedebî. Kurê qehpê, PYD’a te dûvkê dijmin e, hey ker kurê kerê.

Tovjîn: Li vî welatî paraztina PYD’ê sûc e, qirêjkirin serbest. Ne wisa bûya min ê edeb û edebiyat nîşanî te bida. Heyfa keda ku dane te.

Dost: Te yê bi kevçî gû bixwara qehpedê

Bawer bikin haletî ruhîyeta kekê me Jan Dost ne başe û nexweşekî pir giran e. Ne ecêbe ku rojekê hûn rabin û vê nûçeyê bibihîzin: Nivîskar Jan Dost ji ber deprasyonan xwe bi dar vekir, yan jî nivîskar Dostê Janê komkujiyek çêkir, yan jî nivîskar Jan ketiye nexweşxanê filan û fistiq.

Gelî camêran ezê bêjim hûn bêjin amîn:

Ya rebî tu li halê Jan were rehmê!

Ye rebî tu aqilekî bide kekê me Jan Dost!

Ya rebî me ew sipart rehma te ya xwedê!

Ya rebî tu şîfa xêrê jêre bişînî!

Amînnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnn ya rebel alemîn!

ahmedeberazi@yahoo.de

20.03.2013 Almanya

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/jan_dost_ji_min_l%C3%AAbor%C3%AEna_%C3%A7i_dixwaze

About The Author