Hekîmê me jî Lotikek bê îman avêt

Di serî de cejna Newrozê li we hemiyan pîroz be.

Biraderên qedirgiran, di van rojên pîroz de Hekîm Sefkan jî lotikek ecêb avêt, xwe ji hemî kar û xebatan vekişand, îcar dora hevalaye ka wê bersivek çawa bidin.

hekim sefkan

Pirs:

Gelo dilê hevalan bi dehsalên sansûrê rihet bû ku Hekîm vegerînin wek berê yan nebûye?

Gelo Hekîm wê di mehên pêş de wek hevalekî Koma Berxwedan mina berê be yan na?

Gelo hevalên Hekîm yên Koma Berxwedan wê nankoriya xwe li hember Hekîm berdewam bikin yan na?

Gelo yên ku Hekîm stran û helbest dane wan wê ji bo vê rewşa Hekîm serrast bikin têkevin nava hewildanan yan na?

Gelo piştî çend mehê din Hekîm wê hîn firaxê Restorantê bişo yan jî wê agirê helbestê gur bike?

Yarebî star û xwedê me bistrîne ji vê lotika kak Hekîm, bi wê qurhanê agir ji devê wî dibare.

Heqê wî heye wî,  yên ku şandin bernamê Newrozan bi çî xwe ji Hekîm çêtirin babam?

Çima heval heman helwestê li hember Diyar, Xelîl û Peywan jî nameşînin, mane ew jî zewicîn qurbannnnnn! Ya axî, weleh xebera mêrike haaa, de bese ji bo xwedê, ev deh salê sansurê çêbû ma ev sansûr nema radibe xwedêeeeee?

Ez wek Ahmedê Berazî nameyek vekirî ji hevalan re dişînim û vê daxwazê ji wan dikim:

Sînorê sebrê heye qurban û her tiştek destpêk û dawî heye heyran, bera mersele nebe şexsî, ger zewac be çima hûn heman tewrê li hember yên din jî danaynin?

Bese hevalno, we mala bavê Hekîm şewitand û agirê Helebê berda mala wî, weleh ger hûn rewşa wî serrast nekin, behwer bikin bi dehan partî hene xwe bi qurbana gunê Hekîm dikin ku ew bibe hevalê wan, lê xweya dike Hekîm axa li serê xwe siwar bûye dev ji doza xwe û partiya xwe bernade, de bese baba, hûn jî vê biqedirînin ha.

Ez wek Ahmedê Berazî, Serokê Partiya Teralên Kurdistanê, bi şêweyekî fermî Hekîm Sefkan vexwendî endametiya partiya xwe dikim û cihê germ û nerm ezê ji bo wî veqetînim.

Îcar biryar ya hevalan û ya kekê Hekîm e.

Du rê hene ya sisêyan tuneye elahwekîl, îcar hûn zanin.

 

ahmedeberazi@yahoo.de

Almanya

——————

Fermo daxuyaniya Hekîm Sefkan ya ku di rêya Facebookê re weşandiye bixwînin.

Hevalên hêja;
Hin tişt hene ji hêza mirov mezintir,ji daxwazê wêdetire..navê wê RASTİYA BER ÇAVAN e.
Ev bêhtirî 10 salane ku ez ji xizmeta gelê xwe mahrûmim…
Rojekê heme,salekê tuneme…
Ji vê rewşê ez westiya me…Ez di jiyana xwe de her dem fêrbûme ku hebim,hebûnek tije,hebûnek ku rih bide derdorê,
qiwetê ji derdorê bistîne…ne hebûnek pasiv,yan jî li ser keda kesekî din.
Belkî hinek ji we bikenin û bêjin:ma tu kiye qey.
hinek jî di bin simbêlan re bikenin û dilê wan rehet bibe…
Lê ez bawerim wê piraniya we xemgîn bibin.
Ez kîme?
Bêhtirî 300 stranî çêkiriye,2 pirtûkên helbestan,3 albûmên helbest û stranan..derxistiye..
Bi dehan gotar di gelek rojname û kovaran de nivisiye….bi dehan senaryoyên şanoyan nivisye listiye derxistiye…
Bi salan di radyo tv,rojnameyan de karê ragihandinê kiriye…
Gelek bernameyên tv amedekiriye pêşkêşkiriye..
Bi sedê caran li ser sahnê pirozbahî,festifal û miting pêşkêşkiriye…
Wek koleyekî muxlis ji çand û hunera welatekî perçebuyi re xizmet kiriye…
Helbet li hemberî saeteke şervanên azadiyê hemû pûçin.
Di vê dema hesas û nazik de,di van rojên ku qedera miletê me tê nivisandin de,ji wan karê ku min hemû kiribûn,yek jí bi kêr nehat…
Dost û heval ji min dipirsin : Tê vê Newrozê li ku be?…
Bi vê pirsê re 26 salin ku di her newrozê de bi gelê xwe re bûm,li ber çavê min dibin film..
Vê Newrozê Ezê ji rihê xwe re helbestan bêjim..
Ev 10 salin hinek bi pey min de ne,ji bo min bikin dijmin çi destê wan tê dikin…
Vê Newrozê jí nehiştin ez van rojên dirokî bi gel re parvekim..
Dibe ku Egoya wan tetmîn bûbe û rêlibergirtina min serkeftineke mezin ji xwe re bihesibînin…
Lê nikaribûn ne vê tekoşînê,ne serokatiya wê ne jî vi gelî li ber çavên min reş bikin…girêdana min xurtirbû…
Ez bi şîrê berxwedana vê tekoşînê mezin bume,ne bi şîrê mezheb û herêmtiya kor…
Ez dibînim ku dibim bar li ser hevalên xwe yên hunermend,li ser saziya xwe…loma ez biryarekê didim ku her kes rehet be…
Heya ku ev rewşa min a wek marê nivkuştí serrast nebe,heya derketina min a ser sahnê nebe cihê gotûbêjan…heya ku ez pê nehsim ku êdî rêbir neman e,ez xwe ji her karê hunerî bi paş ve dikşînim,ji saziya xwe,ji koma xwe û ji we lêborînê dixwazim..
Ez bi vê piskolojiyê nikarim dewam bikim…
Ev nayê vê wateyê ku ezê karê xwe yê nivisê bi dawi bikim..
Silav û rêz ji we hemúyan re.
Hekîm sefkan

About The Author