Mêrê 10 jinan, dîkil axa!

Piştî ku li başûrê Kurdistanê qanûna „pirjinîyê“ derket û zilam karin 3-4 jinan bînin, dîkên başûrê Kurdistanê jî dest bi lotikan kirin û tew qanûn manûn nehiştin, ne 3-4 lê bi 10 mirîşkan re dizewicin û têra xwe difisikînin wan.

Li gora îstatîstîka Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê, her dîkek 10 mirîşk dikevin para wî û sala buhurî mirîşkan 600 milyon hêk kirine.

diko mirisk2

Rêveberê tendirustiya sewalan ê di wezareta çandiniyê de Dr. Mîqdad Îbrahîm jî da xuyakirin ku mijara dîk û mirîşkan rast e û „her dîkek 10 mirîşk dikevin para wî“ filan û fîstan.

Erêêêêê, erê!

Hûn dibînin bê başûrê Kurdistanê çawa pêş ketiye ne wilo?

Mafê dîkan 10 qatan ji mafê mirovan zêdetir e. Zilam 3-4 jinan tînin, lê dîkil axa difisikîne 10 mirîşkan û têra xwe xirrê xwe diteqîne.

Werhasilî kelam, xwezî ji mîrê keremê re ez dîkek bûma û hew. Minê bi şev û roz têra xwe bifisikanda mirîşkan û bikira ku salê ne 600 milyon, lê 600 milyar hêk ji qûna wan derketa bazarê ellahwekîl..

Hewlêr

About The Author