Hîlal xanim piştgirî da lotika Seloyê me

rojda aydinNizanim we xwend yan na, berî niha Serokê BDP Selahattîn Demîrtaş di derbarê ala Tirkîyê de lotikek qerase avêtibû û gotibû Divê navê „Ala Tirk“ bê guhertin û bibe „Ala Dewletê“. Bila li şûna „Ala Tirk“ Ala Dewletê“ bê bikaranîn“ û lotikek dewletkî avêtibû.

Niha jî lotikvana sergirtî, bedewa germik û nermik Hîlal Kaplan xanim piştgirî da Seloyê me.

hilal kaplan

Hîlal Kaplan a ku xwedîyê helwestek erênî û mirovane ye, di kanala A Haber de mijara „Ala Tirk“ nirxand û got: „Ji xwe di bêrîka her kesî de „Ala Tirk“ heye. Êdî divê guhertina navê ala Tirk jî têkeve rojevê. Wek ku birêz Selahattîn Demîrtaş jî gotibû, „Ala Dewletê“ maqûltir e“ filan xeftan.

Keçê hey te serê Seloyê me xwarê, ha „Ala Tirk“ û ha „Ala Dewletê“, ma herdu jî ne heman gû ne kezîkurê?

Ma ku „Ala Tirk“ bibe „Ala Dewletê“ wê rengê xwîna Kurdan jê biçe he?

Ala Dewletê kuro!?

Yanî ne tenê „Ala Tirkan“ lê „Ala Kurdan û Tirkan“ ha!!!?

Hûn dibînin bê çi şeytanî di bin van gotinan de hene ne wilo?

Wey tifûûûûû li vî aqilî, li vê siyaseta gemarî û li vê Kurdayetîyê be erê welle û hew…..

Stenbol

About The Author