SALÊ CAREK BES E GELO ?

Îbo hatibû serdana hevalê xwe Betal, herdu ji gundekî bûn. Wexta hevûdu didîtin bê henek û bê laqirdî ne disekinîn. Betal destê xwe kire kîsikê kaxiz, jê çengek bindeq derxist û dirêjî Îbo kir.

komisch mann Kopie

Îbo got “ Ev çiye kuro ? Wey mala minê, qey êdî yê te (kîr) ranabe ku te dest avêtîye bindeqan ? “

Betal got “ Tu dev ji min berde , rewşa yê te çawaye? “

Îbo kenîya  û got “ Belengazo ez ji te çêtirim, tu çi dibê. “

Betal got “ Îbo tu çawa ji min çêtirî lo, ka hela bêje. “

Îbo got “ Salê carek bes nîne ? Yê te ew jî nabe  rebeno.“

Suhbeta wan bi ken û xweşî dom kir werhasil.

Ev jî wek mesela me û ya Tirka ye, salê carek qala “ çareserî û aşitîyê “  dikin ma ne bes e ?

Çavê felekê kor be, ew jî pûç dertê !

About The Author