Eşîreta Demokratîk Lotikxane Partîsî zarûkek eşîreta UFO yê revand

Lotikxane ne tenê bi karê dinyayê re mijûl dibe, herweha bi karê van exterên ku guman heye jiyana jîndaran li ser wan tê domandin jî lêkolîn dike.

Pisporên Lotikxanê dema ku li ser Merîxa nehs lêkolîn dikir, li revdeyek kesên wirê rast hat, ew xelk tev kon û xêvetên xwe hiştin û reviyan, çûn xwe di nava qul û qewêreyên çiyayên asê de veşartin.

ufo zarokPisporên Lotikxanê dema lêgerîn li nava konan kirine, termê zarûkekî mirî dîtine.

Pisporên Lotikxanê ew term bi xwe re anîn dinyayê û di laboratuara Lotikxanê de werbêj kirin û hê jî li ser werbêj didome…

Bejna termê vî zarûkê ku tê guman kirin xelkê UFO yê ye, 15 cm dirêj e. Lê balkêş e, xirrê wî pir kin, kurt û piçûk e, eynen wek bejna Kemal Kiliçdaroglû yê CHP ye.

Ev zarûkê UFO yê niha di laboratuarên Lotikxanê de ling avêtiye ser ling, qelûna xwe dikşîne û carna jî di ber kişandina qelûnê re tirr û fisên UFO kî jî dike. Piştî lêkolîn, analîz û tehlîlek sererd û binerd, wê pisporên Lotikxanê biryarekê di derbarê pêvajoya navbera lotikvanên UFO yê û lotikvanên eşîreta Lotikxanê de bidin. Çawa ku niha pêvajoyek qerase di navbera PKK û Kasimpaşalî Receb de hatiye destpêkirin û qaşo behsa aştî û maştîyê tê kirin, di navbera eşîreta Lotikxane û eşîreta UFO yê de jî pêvajoka ”kê kir kê” dest pê kiriye.

Ê de xwedayê mezin pêşeroja me bi xêr û selamet bike rebbî..

Ezmanê heftan

About The Author