JÎYAN Û SİYASET

Ji rojan rojek meleyekî Kurd  li dolmîşê siwar dibe. Lê dengê muzikê gelek bilind e û ji alîkî jî qelebalixa dolmişê û dengê rêwîyan wî gêj dike. Bi acizbûyîna xwe dipekîne ser şofêr:

Lawo dengê vê mîratê qut bike. Muzik ji bo dîne me bi xwe heram e. Ew teyîp û  makîne û nizam çi  qizilqurt tev karê îblîs în..

şofor  ji rê derdikeve,  trimbêla xwe li alîkî radiwestîne, derîyê trimbêlê vedike û dibêje:

-Meleyê hêja û dilovan, ka dakeve  jêr û bendewarê hêştirê be. Ji bo ku di dema Nebî de trimbêl tunebûn, hêştîr hebûn..

jîyan e û jîyan

Sîyaset e…

nizanim3

Çend sal berê rêxistinên me yên netewî bi daxwazên buhişta wê dinê wek serxwebûn, aştî, wekhevî û hwd. ketin nav hest û rihên me, xwîna me. Em xapandin…

Em pê jîyan…

Sîyaset e….

 

/bûyerek gelemperî/

 

Di pirtûkxaneya zanîngehê de xortek nêzî  keçikekê dibe û bi dengekî nizm  dibêje:

-Destûr heye, dikarim li kêleka te danişim / rûnêm?

Keçik bi dengekî bilind bersîvîne:

-Ez naxwazim şeva xwe bi te re biherimînim.

Piştî vê bersîvê, xort gelek fedî dike û li ber xwe dikeve. Diçe li quncikekê rûdine. Ew keçik jî radibe li pey  wî diçe. Bi dengekî nizm dibêje:

-Ez şagirta zanîngeha Hîssî /psîkolojî/ me. Min tu ceriband ka dema ku bi hêrs bikevî û fedî bikî tuyê çawa li  dijî keçikek wek min derkevî. Min ne dixwest ku te li hember xelkê wisa bihetikînim, min efû bike..

Vê carê ew xort bi hêrsketî û dengekî bilind dibêje:

-Ji bo razana şevekê 200 dolar? Nabe, gelek giran e.

Hemû kesên ku li pirtûkxanê amade bûn awaza xort bihîstin. Keçik serê xwe xar dike û gelek bi şerm dixwaze xwe bidewisîne bin erdê.

Piştî wê buyerê, xort  diçe ba keçikê û dibêje:

-Ez şagirtê zanîngeha hiquqê me. Min jî xwest ku te li hawîrdorê xwe çawa wek gunehkar bidim nîşandan..

Ma jîyan û sîyaset ne ew e, herkes têde wek lîztikvan e û ji bo berjewendîyê/a xwe dek û dolaban  çê dike.

Sîyaset e…..
Vegotinên Evdillah yên dawî  ..NO KOMENT!

„Birêz  gelê Tirk yê giranbuha!

Ev pêvajoya ku bi aştî û demokratîk tête jîyîn, wê berdewam bike. Him ji bo sekinandina şerê çekdarî, him jî ji bo rawestandina şer xebatek yekta û berbiçav dikim. Niha  dixwazim bêjim ku em bi hêvî gihiştine derenceyek bilind. Pêşvebirina xebata di vê çarçoveyê de piştî  çend rojan ezê  bi hemû gelê Tirkîve parve bikim..

Ji ber vê, ewên ku  ji bo demokratîkkirina pêvajoyê keda xwe  didin, sipasdarîya wan dikim.

Bi bawerîyek wekhevî û aştîyek adilane ji we hemûyan re silavên xwe pêşkêş dikim..“

Sîyaset e…

Tu agahdarî û silav û milav ji bo gelê Kurd, ji bo yên li serê çîyan, ji bo yên li zîndanan, ji bo yên li binerd û yên li sererd fîlan hewce nabîne..

Kurd û Kurdbûyîn têde nîne…

Sîyaset e….

Bi xwe sîyaset tiştekî din e. Xelk çepikan lêdide ji bo ku ewî ew xelk ji xwe re kiriye mirîd. Sîyaset ev e…

Sîyaset e..

About The Author