Hawarêêêêê, Kasimpaşalî „dew“ê me dizî!

Serokwezîrê Demokratîk Turkîye Cimhûrîyetî sayin Kasimpaşalî Erdogan, di derbarê vexwarina netewî ya Tirkan de got: „Di destpêka cimhûrîyetê de, bîra ji bo mêvanan dihat pêşkêşkirin. Lê jina min ji min berdayî be,  vexwarina me ya netewî ayran e (dew e)“ filan û bêvan.

ayran Kopie

Law sayin Kasimpaşalî, cîgerim, gava bapîrên we li ser hespan ji Asya Dûr dihatin û serê xelkê jêdikirin, tew nizanîbûn bê dew çiye û ji çi çêdibe lan. Kurdan hê wê demê şîr dikirin mast û ew mast jî dikirin dew û vedixwarin.

Îcar dew ji ku vexwarina we ya netewî ye cîgerim?

Ma bapîrên we ji şîrê qantiran pê ve tiştekî din vedixwarin?

Na na, Kasimpaşalî dîsa lotikek li Kurdên xwelîliser xist, dewê wan dizî û ji Tirkan re kir mal û sermiyan.

Ma Kurd li çi xwedî derketine ku li dewê xwe xwedî derkevin he?

Û ji me Kurdên xwelîliser re çi ma?

Ma „çeqilmast!“

Law li çeqilmastê xwe xwedî derkevin Kurdino, her hûn li serxwebûn, federasyon, xweserîya demokratîk û quzê kerê xwedî dernakevin, qe nebe bela şerê 30 salî badilhewa neçe wî. Wa xelkê dewê we jî ji devê we derxist oxlim. Li çeqilmastê xwe xwedî derkevin, bê çeqilmast jiyan nabe ha..

Bijî vexwarina netewî!

Bijî çeqilmast!

About The Author