KUK çî yên xwelîliser tenê man

Wek hûn zanin,  PKK tir ji hemû rêxistin û partîyan berda. Wek rêxistin û partî tenê PKK û PSK li ser lingan man. Çima? Ji ber xwedî îstîkrar, prensîp û helwest bûn. Baş yan xirab, alîkarî û piştgirî ji kê stendibin tiştekî din, lê dev ji xebata xwe bernedan û dan dû bîr û bawerîya xwe.

ddkd Kopie

Îro rêxistinên ku parçe û tarûmar bûbûn, dîsa xwe didin ser hev û dixwazin li keda xwe xwedî derkevin, rêxistin û partîyên xwe ji nû ve ava bikin. Yek ji wan lotikvanan jî DDKD ye.

dibêjin komek DDKDî li hev civiyane û biryar dane ku partîyek nû damezrînin. Wey li ser xêrê be rebbî, pîroz û bimbarek be.

Man kî?

Man KUK çî!?

Lê bawer nakim tu xêrek ji KUK çî yên me derkeve. Dernakeve ji ber ketine xewa temara mirinê, cilika bêdengî û xemsarîyê kişandine serê xwe û xwe di bin wê cilikê de veşartine. Ne li keda xwe û derbasbûna xwe xwedî derdikevin û ne jî li xwîna şehîdên xwe. Êdî bûne wek wan tifingên zingargirtî, fîşek jî bi wan nayên teqandin. Karin rêxistin û platformên berdîberdayî ava bikin, lê nikarin bên cem hev û xwe bidin ser hev. Karin di nav rêxistin û partîyên din de cîh bigrin, lê nikarin bêm cem hev û armancekê bidin ber xwe. Tu ji kêre bêjî wê bêjin raste, divê em bêm ba hev, lê dîsa jî wek wan tirsonekên ziravqetandî nayên cem hev, bi xwe jî û bi hev jî ne bawerin. Êdî reha mêranîyê bi wan re nemaye.

Axir, va lotikvanên DDKD li hev kom dibin, baş xirab dixwazin dest bi avêtina lotikên berê bikin. Aqûbet li serê KUK çî yan be rebbî!

Heke pozê KUK çî yên me bişewite, heke birastî jî dilşewatên doza Kurd û Kurdistanê ne, ewê ji DDKD yê şerm û fedî bikin û gopalê xwe li erdê xin, bêjin ya allah û ya xwedê û xwe li hev kom bikin, pirsgirêkên şexsî deynin kêlekekê, derbasbûn û paşeroja xwe binirxînin, rexne li xwe bigrin û wek mêran rabin ser xwe. Na heke pozê wan neşewite, ji xwe emê fatîhayek qerase li ser can û cesedê wan bixwînin, bêjin „El fatîhaaaaaaaaa“ û hûn sax…

 

About The Author