Serokkomarê „Demokratîk Cimhûrîyetê“ lotikek li Kurdan xist

Serokkomarê Tirkîyê cîgerim Abdullah Gul, bi daxuyanîyek qerase belav kir û lotikek avêt.  Gul, anî zimên ku Tirkîye tenê dewleta Tirkan e û hemwelatîyên din yên ku xwe Tirk nabînin, ne mecbûrin ku bibêjin „em Tirk in“ filan û fîstan.

cumhurbaskani

Abdullah Gul wiha gotiye: „Binerin cîgerim, ji xwe dewlet dewleta Tirkan e. Lê dîsa jî hemû hemwelatîyên dewleta Tirk, ne mecbûr in ku Tirk bin. Ku hinek hemwelatîyên dewleta Tirk dibêjin „ez hemwelatîyê vê dewletê me lê ne Tirk im“, em nikarin bibêjin „tu Tirk î“. Li dewletin din jî rewş bi vî awayî ye. Meselen li dewleta Alman binerin, di nav wan de jî Tirk hene. Di dewletên modern de ev wisa ye. Lê Tirkîye dewleta Tirkan e, bila kesek xwe nexapîne babam“ û daye lotikan.

Ê ma emê çi bêjin sayin Gul?

Piştî ku serok û merokên Kurd, rêxistin û lihevxistinên Kurdan doza dewletek Kurd nakin û yekîtîya dewleta Tirk, ala wê û zimanê wê diparêzin, çima tuyê nebêjî „Tirkîye Tirklerindir“ qurban?

Werhasilî kelam, heta em Kurd ev Kurd bin û li bakurê Kurdistanê xwedî dernekevin, wê sayin Abdullah Gul jî lotikan li mexe, Kasimpaşalî Receb jî û gundî Kemal jî wesselam…

About The Author