Rewşa mamê me başe, kilîlîlîlîlîlîlîlî!

sofi-xelefoWek hûn zanin, serokkomarê Erebên qûnreş ên Iraqê mamê me Celal Talabanî ev demek e nexweş bû û li Almanya dihat tedawîkirin. Hinekan digot „Wele mamo çem û çem çûye“, hinekan digot “ Na wele mamo naçe, heta tirrê ji Erebên qûnreş bernede zû bi zû dev ji vê dinyayê bernade“ û hinekan jî digot „Wele heta mamo têr goştê elokan nexwe berê xwe nade axretê“ û çîrok û çîvanok digotin. Û helbet hinekan jî kêfa xwe bi mirina wî tanîn da ku têkevin şûna wî û bibin serokê YNK û Soranekanim.

mam celal nexwesxane2

Axir, vaye xebera xêrê ji me re hat û mamo sipîsaxlem e.

Profesorên nexweşxana Almanya bi def û zirne mizgînî dan me ku mamo kare biaxive, bixwe, vexwe û hetta lotikan jî bavêje.

Li gora profesorên Alman dibêjin, mamo kare piştî demekê vegere welatê xwe û gopalê xwe li nav serê Nûrî Malikî jî bixe.

Piştî ku mamê me Talabanî nexweş ket û dilê me êşand, wek Partî Demokratî Lotikxane me soz û ahd dabû ku ger mamê me rehet bibe, emê 5 elokên têrgoşt û qelew bikin sedqe, bikin mûlid û li gundî û cîranan belav bikin. Şikir ji xwedê re, va mamê me saxlem bû û emê jî soza xwe bi cîh bînin.

Belê gelî lotikvanan, 5 elokên me hazir û amade ne. Savar û tirşika me jî di beroşê de li ser êgir in. Kesên ku bixwazin têr goştê elokan, savar û tirşikê bixwin, bela nesekinin, beşdarî mûlida me bibin û zikê xwe bikin meşk.

De haydê, kerem bikin û werin mûlidê. Haaaaa,  heke hûn hatin, ji kerema xwe pîvazên xwe bi xwe re bînin. Goştê elokan, savar û tirşik bê pîvaz nayên xwarin. Perên me tenê têra kirîna 5 elokan dikir qurban. Hikûmetekanî Kurdistanekanim pere nedan me ku em çend pîvazan jî bikirin û deynin ber we wesselam…

About The Author