Xalê me Zinar dixwaze çeqilmast bike mast

Belê, mixabin zimanê Kurdî jî wek siyaseta Kurdî kirine şorba nîskê û çeqilmastê tirş. Çi kesê ku çend xêzik mêzikên xwaro maro lê dike yan çend çîrok û çîvanokan dinivîse, dibe zimanzan û di nava zimanê Kurmancî de dirî, zimên diherimîne û henekê xwe bi vî zimanê şîrîn dike. Ma di nava çi de nerîtine? Siyaset, ziman, huner, çand, tore, al, welat û hema bêjin hemi tişt. Çi nirxekî pîroz hebe pê de mîztine û bi navê wan nirxên pîroz namûsa nirxên me kirine û dikin pênc qirûşên xerabe. Êdî wilo kirine û dikin ku em xwezîya xwe bi şorba nîskê û çeqilmastê tirş jî bînin. Gava meriv wan lotikên tewşo mewşo dibîne, çeqilmastê tirş li ber dilê me dibe şîr û şekir, dibe wek hingivê Sêrtê.

Axir, xalê me Zeynelabidîn Zinar ji bo ku çeqilmastê tirş bike mastê meyandî û mastê bi qeymax, daxuyanîyek qerase ji bo ciwanên Kurdistanê weşand. Gerçî daxuyanîyek wilo ji bo mezinên me jî pêwist e. Em bêjin ciwan di xwendin yan nivîsandina Kurmancî de xeletîyan dikin, lê gellek nivîskar û rewşenbîr hene ku îro di nav Kurdan de wek „teyr û başokeyên zimanê Kurdî“ tên naskirin, ji wan ciwanan zêdetir xeletî û kêmasîyan dikin. Nêr dikin mê, mê dikin nêr, zimanê Kurmancî wek lastîkê virde wêde dikşînin, devokê herêma xwe wek Kurmancîya rasteqîn didin pêş û bi sedan lotikên din. Ku ew teyr û başoke zimanê Kurmancî bidin ber lotik û zîtirkên kesanedî, wê rebenê ciwanên me, çîçik û çêlîkên me çi bikin?

Werhasilî kelam, xalê me Zinar xwe daye ber barê ciwanên Kurdistanê û lotikek pîroz avêtiye.

Aha ji we re daxuyanîya wî….

zeynelabidin-zinar Kopie

————————————

Gelî Ciwanên Hêja!

Pêşeroj ya we ye. Welat, milet û desthelat tev yên we ne. Lê şertekî van mafan heye, ew jî divê hûn rind bi zimanê xwe bizanibin, hûn li gor çand û toreya Kurdî bilipikin. Yan na, mafê we di tiştekî de tune.

Ez dibêjim, hûn ji bo fêrbûna zimanê xwe di warê nivîsandinê de derdmend in. Ez soz didim we, ez ê alîkariya we bikim.

Kî bixwaze bi Kurdî binivîse, lê riya xwe nabîne û bi xwe ne bawer e, ez vê gotinê dibêjim: Ez amade me ku alîkariya we bikim.

Diyar e ku mirov dema ji diya xwe re çêdibe, ne zana û ne bîrewer tê dinyayê. Ev zanayên mezin ên weke pispor, tevdezan û dûrbîn jî, mina we li destpêkê tiştek nizanîbûn.

Bêguman vîna mirov pir xurt e, eger mirov hicirkên mejiyê xwe têxe libatê, tiştê ku mirov fêr nebe, namîne.

Her roj, her yek ji we, bila nîv rûpel bi Kurdî binivîse. Ne helbest, lê tiştên wek fantazî, tiştên derdemî, xewnên xwe, fikr û ramanên xwe, vîn û evîna xwe û karê rojane bi xameyê binivîse, piştre têxe dosyayekê û bihêle. Piştî demekê wan nivîsan derxe û weke xwendevanekî bixwîne…

ALIKARIYA KU EZ DIXWAZIM BI WE RE BIKIM:

Her yek ji we, bi qederê rûpelek A4 bi Kurdî binivîse û bo min bi e-mailê bişîne (pencinar.z@gmail.com). Ez ê ji aliyê rêziman, hevoksazî, peyvên Kurdî, daçek û wekî din de, sererast bikim û bo we dîsa bişînim. Hingê hûnê zanibin ka hûn di kîjan deveran de xeletî dikin. Bi vê yekê, hûn di demek kurt de rind fêrêî nivîsandina Kurdî dibin.

Ez li benda nivîsên we me.

Stockholm 17/05/2013

Silav û serkeftin, her şad û bextewer bin…

Zeynelabidîn Zinar

About The Author