Milletekî dijî xwe

helim usivÇiqasî mirov bi hûrbînî li rewşa Kurdan dinêre, ewqasî mirov pêrgî diyardeyên nû tê ku carekê ji caran nebûne cihê gengeşî û gotûbêjan.

Bi gotineke din, roj bi roj tê xuyakirin bê çiqasî hewcedariya me bi lêkolînên di hemû waran de heye. Ji qada civakî, çandî û derûnî bigire, hetanî bi qada siyasî ku hem her kes pê mijûl e û hem jî ti lêkolîneke zanistî û berbiçav li meydanê nîne.

Eger em rewşa niha ya Kurdên Rojava wekî mînak bibîrbînin, nimûneyê herî berbiçav kesên ku xwe wekî rewşenbîr binavdikine. Xwe wekî rewşenbîrên kurd dibînin û ne bi kurdî, bi zimanekî din rewşenbîriyê dikin. Beşek ji wan xwe xwedî helwest û wêrek dibîne, ev jî tê wê wateyê ku heta dawî dijminayiya aliyekî kurd bikin û bi çêr, sixêf û xeberan behsa her rewşenbîrê ne wekî xwe bikin. Helwesta rewşenbîrî li cem van kesan ewe ku tu li dijî wî aliyî be, ewê ku ew dijî wî ne. Beşê din jî di navbera van rewşenbîrên super şoreşger û tevlîheviyên partî û rêxistinên siyasî de heyirî mane. Ne ev alî ji wan razî ne, ne jî yên din. Beşekî dîtir jî, bi bertekiyeke mezin li hember van super şoreşgeran dibin parazvanên alî, partî û rêxistinan. Di navbera van hemû beşan de ne lêkolîneke ciddî li ser rewşa siyasî tê holê, ne jî şîroveyên ku encama aqil û mejiyekî sar in. Ev mejiyê ku ji her tiştî bêhtir hewcedariya Kurdên îro pê heye.

Bi vî awayî dîmenekî wisa tê holê ku civaka kurd di çend rêxistinên siyasî û alîgirên wan de, yan jî dijberên wan de, tê kurtkirin û biçûkkirin. Hetanî wê radeya ku beşin berfireh ji vê civakê dûrî taybetî û xweseriya wê dimînin. Di şert û mercên giran de, mîna qonaxa şer û pevçûn û kuştinan, ku îro li Sûriyê û li Rojava rû dide, ev beşên civakê yên cihê gotinê dibin destê dijmin û xêrnexwazên ku bi armanca jiholêrakirin û tinekirina wî milletî tevdigerin. Di nav Kurdan de, ji bilî bi dehhezarên cehşên rêxistinkirî yên Başûr û hezarên qoroçiyên Bakur, hêzeke din di nav tariyê de hêdî hêdî serê xwe radike, ew jî cîhadiyên kurd in.

Nakokiyên rêxistin û partiyên Kurdan, qelsbûna têgihiştina neteweyî, tinebûna bingeheke hevbeş, ji bo ku hemû beşên civakê karibin beşdarî karûbarên giştî bibin, bindestî û bandora dagîrkirina demdirêj, nezanîn û feqîrtiya bê sînor, perwerdeya dûrî rêbazên zanistî û herwisa, ev hemû bi hev re dibin zemîneke xwezayî ji bo hilbirîna cîhadiyên kurd. Eger em yekîneyên ku hemû endamên wan Kurd in û li kêleka êrişkerên çekdar berê lûleyên çekên xwe didin sînga zarokên Kurdan û wan dikujin, deynin aliyekî, xala herî balkêş di vê çarçoveyê de beşdarbûna hin Kurdên Bakur yan Başûr di şerê li dijî Kurdan de ye. Di şerê li Serê Kaniyê de ciwanekî kurd ji Amedê bi komên çekdar re şer dikir û hate kuştin. Wisa jî balkêş bû ku di şerê Til Temir de ji pênc çekdarên îslamî yên bi ser Cebhetulnesra ve, ku baskê El-Qaîde ye li Sûriyê, sê Kurdên ji Kerkûk û Silêmaniyê hebûn. Gelo ev çi Kurd e, yê ku bajarekî mîna Kerkûkê li pey xwe bihêle û bê li kêleka çekdarin biyanî ji bo bajarokê Til Temir ji bin desthilatdariya Kurdan derxîne, şer bike? Ev pirs mirov vedigerîne qonaxa destpêkê, ya ku her yek ji me divê ji nû ve ji xwe bipirse, gelo ez çi dikim?

 Rûdaw

About The Author