Ma kî ji bo wê jina xwe bernade?

Serokê Rûsya cîgerim Wiladîmîr Pûtin, jina xwe ya ku 30 salî pê re lotik davêtin, ji bo xatirê jinek 29 salî û şampîyona  jîmnastîkê Alîna Kabaeva berda.

Vladimir-PutinAlîna Kabaeva niha parlamenter e û heta niha wek yek ji wan jinên gelekî nêzîkî Pûtin dihat û tê naskirin.

Li gor hinek fitne û fesadîyên meclîsa Moskovayê, dibêjin 2 zarokên Pûtîn ji Alîna Kabaeva hene û mêro hasil gihandiye Mûsilê. Xuyaye niha kêf kêfa Pûtînkê me ye. Piştî berdana jina xwe êdî rê jê re vebû ku bi Alîna xanim re bizewice û dest bi lotikên Rûsî bike.

Lê xwedê heye, Alîna jî Alîna ye haaaaaaa. Malmîratê ji horîyên bihuştê jî bedewtir û germtir û nermtir e. Ez bi serê Pûtîn, Lenîn û Stalîn kim, heke yeke wek Alîna bibûya jina min, ne sê telaq, lê minê 66 telaqên jina xwe jî têxistina destên wê û berê wê bida malbavana.

Kuro ma lotikvanek wek Alîna Kabaeva bi destê kê dikeve babaaaaaaaaa…..

Moskova

alina-kabaeva-03

About The Author