PARKA GEŞTÊ BÊHNA GENÎ JÊ TÊ

Ev bû hevdeh roje, hezkirîyên xwezayî ji bo parka geştê rabûne pîya. Fersend ev fersendbû kete destê cewrikên ergenegûyan. Xwestin vê berxwedanê bikin bin kontrola xwe û tira li Recebo bikin fis.

Hinek Kurdên bê hiş jî bûn lîztikvanên wan, govenda gur û dêleguran geş kirin. Posterên Ocalan û yê Atavirqo li rex hev li ba bûn. Çepgir û rastgirên virqoleran bi tevahî dîsa li Kurdan heqaret kirin, dane çêra. Ew Kurdên bê hiş hîna jî ji bo bratîya Kemalîstan; bratîya derew qûna xwe didirînin.

gezipark

Her Kurd mafdare ji we vîya bipirse: “ Wexta xwezaya Kurdistanê dişewitî dengê çend Tirkan derket ? Wexta gelê Kurd diperçiqandin kîjan Tirkî dengê xwe derxist ? Wexta gelê me di bin zilmê de bû kîjan Tirk li me xwedî derket ? “ Hewce nîne mirov hijmara pirsa zêde bike. Gelê Kurd ne fêmkor e, her tiştî dizane.

Kî dibêje bila bêje bi rastî jî bêhna genî ji parka geştê tê. Nîjadperest,  cewrikên ergenegû, faşîst û Kemalîstên Atavirkperest ku bi serketina, wê vegerîyana Kurdan. Wê kerh û kîna xwe bi ser Kurdan de bi barandina werhasil.

Bes êdî dev ji bratî miratîya derew berdin û xwedî li rûmeta xwe derkevin babam.

About The Author