Xêrnedîyo!

Yekî mesîhî di ber sikratê de nalenala wî ye.

isa mihemed Kopie
Berî ku ruh jê here, ji tirsa qûnê dibe misilman û piştî dibe misilman kêlîyek derbas dibe nabe dibê tirt û dimre.
Dîya wî li ber serê wî rûniştîye û lavlava wê ye him li xwe dixe, him digrî, him jî dûrikan dibêje:
-Xêrnedîyo! Xêrnedîyo! Ne li vê dinyê, ne li dinya din, Xêrnedîyo! Xêrnedîyo! Xwe ji Îsa xeyidand û Mihamed jî nas nekir. Xêrnedîyo! Xêrnedîyo…!

Îcar îro gellek ji Kurdên me hem ji dêrê bûne û hem jî ji mizgeftê. Hem ji serxwebûnê bûne, hem ji netewparêzî û Kurdparêzîyê. Dane dû qûna cewrikên dêlegura Asenayê û li def û zirna wan dixin.

Xêrnedîno û xêrnedîno!

Bi namûs ne Atavirqo we qebûl dike û ne jî AtaKurdo wesselam…

About The Author