Xort û qirawat

lezgin sexoXalê Mihemed kokim û yextiyar bû, lê wî tucarî xwe di rêza kokiman bernedida,her xwe di rêza xortan de berdida. Ji ber wê  gundîyan navî wî kiribûn „xort“.

Min bi xwe jî wek piranîya gundîyan navê wî yê rastî nizanîbû, me hemiyan jê re digot xort.

Memostayê gund jî pê hisiyabû ku xort gelekî li xwe dinere. Rabû rojekê qirawatek wek dîyarî da xort.

Wê demê qirawat pir bi qedir bûn. Xortê me ewqasî ji qirawatê hez kiribû, dev ji rojê berdin, nema bi sev jî ji stuyê xwe derdixist û tevlê jî radiza.

Köylü Protresi

Rojekê, mamoste ji xwe re li nav dehla (bexçe) gund digere, digihê dehla xort. Dibîne xort erdê xwe zibil dike (gubrê pez) û qirawat jî di stu deye.

Mamoste dibê:
– Ha xort, tu erd zibil dik?
– Erê bi xwedê mamoste.
– Tu zani xort, niha ez dibînim, min xeletîyek mezin kiriye ku min ev qirawat daye te.
– Çima mamoste?
– Ma ne çima? Berê qedir û rêz ji qirawatê re dihat girtin. Lê
te ew rêz û şeref ji qirawatê re nehişt. Ma qirawat û zibil?

Îcar wek mesela qirawata xort, berê hinek rêz ji sembola çakûç û das re hebû. Lê van „Turk îşî“ çepê Tirkan
şeref ji çakûç û dasê re jî nehiştin, ew jî lewitandin. Bêbavan îş û karê wan nemaye êrîşî serokên başûrê Kurdistanê û berjewendîyê Kurdan dikin.

Wey ez di wilo çepîtî de bimîzim erê welle û hew…

About The Author