Kuro ma Kurd û demokrasî!

Ne li ser bextê me be, li ser bextê Al Partî û hinek fitne û fesadên bajarê Efrînê be.

Dibêjin YPG a PYD li Efrînê, li gundê Şêx Hedîd, êrîşî mala berpirsiyarekî Al PArtî kirine, ew girtine, lingên wî xistine felaqê, êşkence kirine û ew avêtinê ser rêyekê.

ypg parti Kopie

Li gor daxuyaniyek Al Partî, hevalê wan Osman Batal bi hovîtî hatiye êşkencekirin û YPG tir ji hevalê wan berdaye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Osman berî mehekê li Dêrîkê ligel 74 hevalên xwe ji alîyê asayîşê ve hatibû girtin û ketibû ber lotik û zîtirkên asayîşa PYD.

Axir, girgirekên Al Partî van kiryarên YPG û PYD wek kiryarên hêzek dîktator bi nav dike û li kaboka xwe dixe.

Erê lo, naxwe ev kiryarên hêzek dîktator e ha!?

Ê madem li hesabê we nayê, hûn jî rabin wek hêzek ne dîktator dakevin qad û meydanê bavê min. Ma bi lavelav û gilî û gazinan hêzên dîktator tên ser rêya îmanê xeyo! Ma dilê tirsonek sînga gewr dibîne qurban?

Kuro ma go ne dîktatorî be, Kurd çi ji demokrasî û qurban û heyranê fêhm dikin baba?

Ma heta mîrkutê melkemot li nav serê Kurdan nekeve, Kurd tên ser rêya îmanê lo, wî!

Na na birêz girgirekên Al Partî û Al Martî, li qisûrê nenerin exûyî, yan hûnê jî wek mêran dakevin qada şer (lê ne şerê brakujî haaaaa, eman eman) û dev ji şerê belavok û gilî û gazindan berdin, yan jî destên xwe ji YPG û PYD re deynin ser hev û şikra xwe bînin û hûn sax….

Qamişlo

About The Author