Heçê Kurdan bikuje mala wan ne ava!

Dibêjin „Kurmê darê ne ji darê be zewala darê nîne„. Îcar ev jî mesela me Kurda ye. Kurd ji herkesî zêdetir dijminê qewmê xwe ye. Ji xelkê re hêkan lê ji xwe re zelqan dikin. Ji xelkê re masîyan lê ji xwe re kûsîyan digrin. Qewmê kewê ye wesselam.

ypg li qamislo Kopie

Ne li ser bextê me be, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo, Efrîn û Amûdê be. Dibêjin lotikvanên YPG û PYD li bajarê Amûdê êrîşî Kurdan kirine û hema bêjin „nîv qetlîamek“ wek a Helepçe pêk anîne. Dibêjin çima ku Kurdan helwesta YPG û PYD bi çalakîyên demokratîk şermezar kirine û dest bi lotikên demokrtîk kirine, lotikvanên YPG jî li wan reşandine û di encamê de gellek Kurd hatine kujtin û zêdeyî 50 Kurdî jî brîndar bûne.

Dîsa li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo be, dibêjin li gora ku jinik û minik li ser tenûran dibêjin, dibêjin lotikvanên YPG li Qamişlo wêneyê Mistefa Barzanî, ala Kurdistanê û ofîsa Al Partî jî şewitandine û şoreşek mezin li dar xistine.

Ez serê xwe û we neêşînim, dibêjin xalê me Salih Mislim jî di çapemenîyê de daye lotikan û ev kiryara hovane wek „komplo„ya li dijî PYD bi nav kiriye û bi heft qalib sabûna Helebê xwe û partîya xwe ji vê kiryarê şûştiye.

Werhasilî kelam, kî dibe bela bibe, heçê Kurdan bikuje û xwîna Kurdan birjîne, rebbê alemê mala wan bibe mîratê û hûn sax…

Qamişlo

 

About The Author