Li bajarê Mêrdînê beşa Peymangeha Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, di dîroka bakurê Kurdistanê de yekemîn car mezûnên xwe da.
Xwendekarên Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, mezûnîyeta xwe bi coşî pîrozkirin û kumê xwe yê mezûnîyetê avêtin hewayê û ji kêfan re dan lotikan. Di vê mezûnîyetê de 500 xwendekarên serketî bawernameya xwe stendin û bûn mamosteyên zimanê Kurdî.
Birastî ev lotikek pîroz û bimbarek e. 500 xwendekar bûn mamosteyên zimanê Kurdî û wê ji niha û bi şûnde zarokên Kurd hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bikin.
Em wek şagirt û mamosteyên Zanîngeha Partî Demokratî Lotikxane van 500 mamosteyên xwe pîroz dikin û ji wan re lotik û zîtirkên xurt dixwazin.
More Stories
Aha îcar Cewlikîyan kêf kir
Xalê me Zekerîya tir ji Kemalîstan berda
5ê Mijdarê yan dîk dibe serok, yan mirîşk