MPDL serokatîya serok Barzanî dirêj kir

Belê, dirêjkirina serokatîya herêma Kurdistanê (yanî serokatîya serok Barzanî) di nav Kurdekanan de bûbû mijara nîqaşê. Bi taybet Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî nedixwestin serokatîya serok Barzanî bê dirêjkirin. Bi taybet Tevgera Goranekem ji roja ewil de helwestek neyînî û xirab li dijî PDK û Barzanî danîye û bi heman helwestê dide lotikan.

mesud-barzani2 KopieAxir, dibêjin piştî lihevkirina PDK û YNK, parlamentoya Kurdistanê bi pirdengî serokatîya serok Barzanî 2 salên din dirêj kiriye û lotikek bêîman li Tevgera Goranekem xistiye. Ango, heta 2 salên din jî wê kek Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê be. Û helbet heta piştî 2 salên din xwedê kerîm û rehîm e, kî sax e kî mirîye kes nizane.

Piştî vê lotika Parlamentoya Kurdistanê û helwesta Goran û Yekgirtû, Meclîsa Partî Demokratî Lotikxane civînek awarte li dar xist û serokatîya serok Barzanî xist dengdanê.

Di encama dengdana endamên meclîsa me de, serok Barzanî heta bi mirinê wek „Serokê Kurdistanê“ hat qebûlkirin û serokatîya wî heta roja qiyametê hat dirêjkirin.

Bi vê wesîleyê, em wek MPDL serokatîya kek Mesûd pîroz dikin û temenekî dirêj jê re dixwazin.

Serokatîya Meclîsa Partî Demokratî Lotikxane

About The Author