PKK ji bo çi li dijî dewleta Kurdî ye

Dara_BilekKurdistana serbixwe xwewna her Kurdek welatparêz e

Her Kurdek kêm zêde dîtina PKK û serokê PKKê Ocalan di derbarê ragihandina dewletek Kurdî de yan jî di serxwebûna Kurdistanê de dizane. Ew dewletek Kurdî naxwazin û li dijî ragihandina dewletek Kurdî ne. Nikarin tu sedemek zanyarî jî ji bo vê yekê bidin diyarkirin. Behsa hinek gotinên destçêkirî û xeyalî dikin. Di rastiya xwe de tu zemînek zanyarî û îtîbara wan gotinan jî tuneye.

Berî niha bi çend rojan rojnama Almanî Die Welt li gel berpirsê KCKê Murat Karayilan hevpeyvînek kir.

Rojname ji Karayilan dipirse: Gelo hûn dewletek serbixwe ya Kurd dixwazin an na?

Karayilan bersiva rojnamê dide: Aştî û demokrasî ji bo Kurdan serketine, lê belê ji bo dewletek netewî nexêr. Ev di rojeva me de tuneye. Dewlet wê bibe çavkaniya tundiyê û pirsgirêkên mirovan çareser nake. Em dixwazîn vê yekê biguherînin. Em Konfederalîzma Demokratîk dixwazîn. Ji hemû neteweyan û ji her olan mirov dikarin bi awayekî biratî pêkve bijîn…

Niha ev bersiva Karayilan ji bo aşitiyê, ji bo çareserkirina pirsa Kurd yek tiştekî derdixe holê. Tenê dibe asteng. Pirsa serxwebûna Kurdistanê gelek caran di rojeva siyasî de tê gotubêj kirin. Ez bawer dikim ku di dilê her Kurdek welatparêz de, di dilê her Kurdê ku hez ji axa xwe û miletê xwe dike de xewnek be jî Kurdistanek serbixwe heye.

Kurd di stranên xwe de, di sirûdên xwe de, di helbest û gotarên xwe de, di wêne û hunêrên xwe de her demê behsa Kurdistanek serbixwe kirin û dikin. Gelek partiyên siyasî di bernameyên xwe de ji bo çareseriya pirsa Kurd cuda difikirin. Hinek serxwebûnê, hinek federasyonê û hinek mafên çandî yan jî mafên siyasî dixwazin. Ev hemî cihê rêzgirtinêne. Lê kesek ji wan aliyên siyasî tu caran ne li dijî ragihandina dewletek Kurdî ye. Li gora rewşa cîhanê, herêmê û li gora baweriyên xwe, di rojame de dîtinên xwe ji bo çareseriya pirsa Kurd rast dibînin. Lê eger rojek ji rojan mercên ragihandina dewletek Kurdî hebe wê hemî jî bi şanazî pêşwaziyê lê bikin.

Li vê derê ya girîng dijderketina ragihandina dewletek Kurdî ye. Baş e, eger merc hebin, rewşa dewletekî Kurdî bi siyaseta herêmê û cîhanê re bigunce, Kurd jî li beşek yê Kurdistanê dewletekê ragihînin, ji bo çi zihneyeta PKK li dijî vê derdikeve?  Ev tenê xizmetê ji dewlet û aliyên ku naxwazin tu cara Kurd bigihin armancekê re dike.

„ Konfederalîzma Demokratîk„ çiye? Kî dikare vê îzah bike? Eger mirov xwe di bin hinek gotinên îdeolojik de veşêre, ev dibe  astenga herî mezin ji armancên netewî yên miletê Kurd re. Federasyon yan jî konfederasyon  jî mercên wê hene. Bila Kurdistan jî wek wan welatên ku li gel federasyonê  yan jî konfederasyonekê pêk bîne ewil dewleta xwe ragihîne, hingê pirs dibe tiştek din.

Gelo di cîhanê de tiştek bi awayê ku PKK dibêje heye? Hinek dikarin mînakê bidin nîşandan? Ev dîtina wan kesan ev e ku her demê dixwazin pirsa Kurd ji ber çavan winda bikin û tiştê heyî jî yanî desteftiyên netewî beravêtî bikin.

Dijderketina ragihandina dewletek Kurdî di bingeha xwe de dijderketina daxwaziyên rewa yên gelê Kurd bi xwe ye.

Rojeva Kurd

About The Author