3 keran kerek li otobosê siwar kirin

Bawer bikin ker bi kerîtîya xwe ji gellek „insanên ker“ biaqiltir û fahmantirin.

Li Pakistanê insanekî ker xwest kerê xwe li ser pişta otobosê siwarke û biçe kêf û seyranê.

kere pakistan Kopie

Kerê me yê Pakistanî dikeve bin kerê xwe ku wî li ser pişta xwe ke û hilkişîne ser pişta otobosê. Lê hingî kerê ker ji xwedîyê xwe girantire, dibe tiretir û fisefisa qûna mêrik, şerwalê xwe dadigire û di nav xwêdanê de dimîne.

Kerên li derûdorê gava dibînin ku xwedîyê ker nikare kerê xwe hilkişîne ser pişta otobosê, îcar tên alîkarîya wî dikin û ew ker jî dikevin bin zikê kerê ker û hewl didin ku kerê xwedê hilkişînin ser pişta otobosê. Yanî, 3 keran kerek li otobosê siwar kirin. Bi gotinek din, kerek li sê keran siwar bû wesselam…

Tembîya min li we be qurban. Hûn jî wek kerê Pakistanî kerê xwe li otobos û motobosan siwar nekin ha, eman eman. Bi namûsa kerê Pakistanê, hûnê jî piştre bibin „zir ker“ û hûn sax…

Pakistan

About The Author