Karayilan lotikek xwar

Belê sayin û birêz lotikxanecîno, xalê me Mûrat Karayilan lotikek bêîman xwar û ji vir û pêde emê zêde dengê wî nebihîzin û di çapemenîyê de simbêlên wî yên qeytanî nebînin. Halbûkî em hînî dîtina xalê xwe Karayilan bûbûn, roja ku me ew di meyda û çapemenîyê de nedîta, sebra me nedihat û laşê me dixurîya.  Ji vir û pê de emê xalê Kurdên sererd û binerd sayin Cemîl Bayik li pêşberî xwe bibînin.

cemilbayik12 KopieLi ser bextê ajansa ANF û fitne û fesadên nava BDP be, dibêjin piştî ku heyeta BDP serdana Ocalan kirin û nameya wî xistin bêrîka xwe, tûrê xwe yê postexanê avêtin milê xwe û berê xwe dan Komara Qendîlê.

Li gora fitne û fesadên Komara Qendîlê dibêjin, dibêjin piştî girgirek, çawîş û başçawîşên Komara Qendîlê nameya başqan Ocalan xwendine, tevzînok bi laşê wan ketiye, lingên wan li hev herbilîye û yekser dest bi amadekarîya kongreya xwe kirine.

Piştî kongre li dar ket, di rist û sîstema KCK de hinek guhertin hatin kirin û dê weledê xwe avêt. Guhertina herî manîdar û balkêş avakirina „Konseya Serokatîya Giştî“ bû. Helbet û bê şik û bê guman ji bo serokatîya konseyê jî wek her carê dîsa başqan Ocalan hat hilbijartin. Ecêb û balkêş e, wê başqan Ocalan ji Îmralîyê serokatîya konseyê bike û wê dîsa postecîyên BDP bibin qasidê navbera Îmralî û Qendîlê. Yanî, wê başqanê me bi name yan jî bi telefonê serokatîya konseyê bike.

Lê guhertinek din jî çêbû haaaaaa, hûn zanin çiye?

Xalê me Mûrat Karayilan ji Serokatîya Konseya Rêveber hat dûrxistin û di şûna wî de Cemîl Bayik û Besê Hozat wek Hevserokên Konseya Rêveber hatin hilbijartin. Êêêêêêêêê, ma go ferman ji Îmralîyê bê kes kare dengê xwe bike canim, na.

Ez serê we neêşînim û nekim wek dahola Şemoyê mitirb, xalê me Mûrat Karayilan (ku di nav PKK û KCK de wek alîyê Kurd û Kurdistanî dihat naskirin) lotikek bêîman ji „çep“ û „Elewîyên“ nava PKK xwar û darbeyek leşkerî lê hat kirin.

Ê de xwedê kerîm û rehîm e babam…

Qendîl

http://www.anf.bz/news/guncel/kck-sisteminde-degisiklige-gidildi.htm

cemilbayik12 2Kopie

 

About The Author