Dîsa kurtanê Kemalîzmê li Kurdan kir

Belê, Sirri Sureyya Onder, ewê ku wek gellek rêvebir û wekîlên BDP bi paraşûtê daketin û bûn rêvebirên me Kurdên xwelîliser, dîsa Kemalîstbûna xwe eşkere kir û xwelîya 101 gundî li serê Kurdan kir.

Yaw birastî lo, çima kesên wek Sirri Sureyya Onder, Ertûgrûl Kurkçu, Levent Tuzel, Yalçin Kûçik oxlî Kûçik û bi sedan kesên mîna wan Kemalîst dibin rêvebir û berdevkên Kurdan ka hûn nabêjin?

Law ma zilam di nav Kurdan de qeliyabûn babam?

Ma jinên Kurd qeliyabûn ku jinên Tirk dibin rêvebirên me?

Yan ew „tiştik û miştikên Tirkan“ ji yê Kurdan şîrîntir in?

Werhasil, Kemalîstê Kemalîst Sirri Sureyya Onder, li meclîsa Tirko û Virqo da lotikan û „beton Misto“ kir pêxember û hetta ew kir xwedê jî.

sirri KopieSirriyo di nîqaşên li ser Atavirqo de çi bêje başe?

Gotiye: “ Jina min ji min berdayî be, ez bi serê Emîne xanim û Alîriza Bey kim, Atavirqo dehayek ji dehayên sedsala me ye, insanekî herî bi qîmet e“ û daye zîtirkan.

Welle yabo raste. Mistoyê ku qirra Kurdan anî û tofan li wan rakir, insanê herî bi qîmet û rûmet e!?

Ê başe cîgerim, madem beton Misto dehayek ji dehayên sedsala me û insanekî herî bi qîmet û rûmet e, here bibe bekçîyê Anitkabîrê qurban! Hema 24 seetan nobetê li ber tirba wî bigre ma nabe! Bela xwe ji Kurdan veke û bibe rêvebirê partîyek Tirk qardaşim!

Yan Tirk wek Kurdan ne ehmeq û xwelîliser in ne wilo?

Axir, em Kurd misteheq in. Go xîret bi mere hebûya ma me Tirk dikirin serok û rêberên xwe hawarêêêêêêêêê!

Enqere

About Author

One thought on “Dîsa kurtanê Kemalîzmê li Kurdan kir

  1. Di demeke gelekí kurt de divé kurd darekí bixin kula wí u her sé car qesmerén din jí, u wan ji nav xwe biqewerenin…hedí ew xirre keré min dixwazin pesne ke bidin bila bidin, ji xirré semoye me ve ye…Bila li ser navé kurdan vé qesmereriyé nekin

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.