Nûçeya Flaşşşşş!!!

Midûrê heywanxaneya Daricayê Muhitîn Balta, jixwe ji paşnavê wî jî dîyar e, bera jî balta ye û heta ji malbata baltayan e, ji nîyhandina heywên a li pêş çavan aciz bûye û serî li wezareta serokatîyê daye. Ji rêvebirên wezaretê xwestîye ku ji vê bêhawetî û bêedebîyê re hal-çareyekê bibînin û tirêneke gilî û gazin kirîye.

lezbiyen_maymunlarinMidûr Miho dibêje ku, dema gera serdanan, bila heywanên nêr û mê ji hev bên veqetandin û nêran têxin qefesekê, mêyan jî têxin yeke din, lewre hesta fedî û şermê bi heywên re tune, lewma jî li kêfa terikê xwe dinêrin. Dilê kê kê bixwaze, li ku li wan rabe, ne eyb û ne fedî, li pêş çavên serdanan dixirpişin ser dilê hev û dikutin hev. Ev yek jî dibe sedema bêedebîyê û ehlaqê serdanan jî xera dikin.

Talîya talî însan jî nîvheywan in û heke li hember bêedebîyeke wiha li wan jî rabe, em ê çi xwelîyê li serê xwe bikin?
Lewma jî ji bo jîyaneke bi ehlaq bi lez û bez divê heywanên nêr û mê ji hev bên veqetandin û heta ne tenê jihevveqetandin, herwiha li gor bedena wan, li terzîxaneya Evdokê Qelew „S“, „M“, „L“, „XL“ an jî „XXL“ pêşmal û derpî bên dirûtin, da ku şûtûrût mîna kîrê tazî li ber çavên serdanan nedin lotikan…
Rişma heywên di deste me de ye, lê heke li însên rabe em ê pê bigrin!
Ji min gotin, lê dîsa jî sîz bilîyor…

Piştî gilî û gazinên midûr Miho, tê gotin ku şaredarîya Mêrdînê hew dihêle kerê nêr û kerê mê di heman taxê de bi hev re bimeşin û şaredarîya Qoserê jî nîyhandin li beqên çemê Zirganê qedexe kirîye û nêr û mê ji hev veqetandine…
Lê ji ber veqetandina nêr û mêyan senfonîya beqan a resen xera bûye û şênîyên li dora çem rûdinên pir aciz in û lewma jî hemû şênî, biçûk, mezin, jin, mêr her êvar diherin ber avahîya şaredarîyê û bi dengekî diqîrin, dibêjin, “Ji beqan re azadî! Em senfonîya xwe dixwazin!”

Ez çapemenîst Devliken Kelogirî, çavên biçûkan radimîsim û têm destên mezinan…

 

About The Author