Serok Barzanî dîsa dilnermîya xwe nîşan da

Di nav rêxistin, partî û eşîrên Kurdistanê de serokatî bi serê xwe mijarek taybet û pirsgirêkek mezin e. Êêêêêê, serokatî û desthilatdarî şîrîn e, herkes nikare û naxwaze zû bi zû dev ji vê erk û meqamê payebilind berde canim, ma kes ji xweşîyê direve?

Serokatî li hinekan tê û ji hinekan jî direve. Hinek karin serokatî û rêvebirîyê bikin û hinek jî di nav de dirîn û diherimînin. Serokên ku berjewendîyên xwe li ber berjewendîyên Kurd û Kurdistanê nakin asteng, bi ser ku layiqî meqamê serokatîyê ne, karin bi dilekî rehet û bi mitewazî dev ji serokatîya xwe berdin. Çunkî ji bo wî berjewendîyên millet û welatekî ji berjewendîyên wî qedirbilindtir û hêjatir in. Lê serokên ku ne serok in û hezbelqeder bûne serok, berjewendîyên xwe di ser her tiştî re digirin û ji bo dev ji meqamê serokatîyê bernedin, karin Kurd û Kurdistanê jî bifroşin.

Serok Barzanî ji roja ewil de gotiye û dibêje „Ez pêşmerge me û her dem pêşmerge dimînim. Pêşmergeyetî ji bo min ji serokatîyê girîngtir e“ û dilnermî û mezinatîya xwe nîşan daye. Ji bo wî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê di ser serokatîyê re ne. Ew xizmetkarê gelê xwe ye, çi serok be, çi pêşmerge be, ew her Mesûd Barzanî ye û kurê bavê xwe ye.

Axir, serok Barzanî di derbarê meqamê serokatîya Kurdistanê de daxuyanîyek belav kir û meramên xwe anî zimên.

Ê de ka bixwînin bê serok Barzanî çi gotiye û çi negotiye.

Me destê xwe nedaye naverok û zimanê nivîsê

 

———————-

„Nabe li Kurdistanê heta hetayê serokek hebe“

Gelê xweşdiviyê Kurdistanê…

Hêz û aliyê siyasiyan û rêxistinên civaka medenî…

Ji bo min xweştirîn biryar ewe bûye ku li temena 16 salî da bi navê azadî û mafê neteweyî û demokratiyên gelê Kurdistanê û rizgarkirina axa Kurdistanê da bûme Pêşmergeyê Kurdistanê.

Pêşmergayetî jî mezintirîn şanaziya jiyana mine û ji her pile û postek da bûbim bi ruhê Pêşmergane min kar û xebat kiriye û bi bîr û baweriya Pêşmergane ve min kar ji bo berjewendiya gelê xwe kiriye û her bi wê çarçoweyê de min hemû postên xwe ji bo berjewendiya bilinda nîştimana xwe bikaraniye.

Gelek jî serbilindim bi wê yekê ku her li destpêka raperîna rûmeta gelê Kurdistanê ya li bihara 1991 ve wekî pabendbûna bi armancên me li azadî û demokrasî li dema şoreş û xebata Pêşmergayetiyê de li çiya, her wiha wekî erkekî nîştimanî û çespandina bingehên demokrasî û damezrandina sîstemekî siyasî û îdarî û demokrasiyane, min daxwaz kir Bereya Kurdistanî bi zûtirîn dem hilbijartinekî azad encam bide, ji bo wê yekê gelê Kurdistanê li rêya sindoqên dengdanê ve, çarenûs û sîstema siyasiya xwe diyar bike.

Ji wê demê ve gelê Kurdistanê, bi hevkariya hemû aliyê şoreşgêrên xwe ve proseyekî demokrasiyane destpêkir. Niha jî bi piştevaniya xwedayê mezin û hevkariya dilsozan û xebat û xweragiriya gelê me, pêşketineke mezin li hemû astên jiyana xelkê Kurdistanê da pêkhatine. Her bi vê sedemê ve Kurdistan îro bi navûdengeke xwe ya baş heye li rûyê cîhgîrê sîstema siyasî û aramî rewşa emnî û pêkvejiyanê, her wiha pêşketinên li warê aborî û avadaniyê da, roj bi roj pêgeha Kurdistanê li cîhanê da bihêztir dikin.

Li vê dema derbasbûyî de li Herêma Kurdistanê da, wekî beşek ji nerîta demokrasî, guftûgo û gengeşeyekî mezin li ser siruşt û nasnameya sîstema siyasî û projeya destûr hatiye holê.

mesud-barzani Kopie

Ji bo pêşkêşkirina mînakeke xweşiktirê proseya demokrasî û pabendbûna bi yasa ve, min nameya fermî şand Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan, da ku li meha 9 a îsal da hilbijartinên Parlemen û Serokayetiya Herêma Kurdistanê bête encamdan. Bi vî awayî ewê erkê li ser şanê min bûye min bi cîh gihandiye, li name şandin û daxwazkirina encamdana hilbijartinan û paşê diyarkirina dema hilbijartinan, ku ew jî roja 21/09/2013 bûye. Li piştî wê fermanê û berî derçûna wê jî, cûdahiya bîr û ramanan hebû li ser mekanîzma hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê, ku li gor yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê hejmar 1 ê sala 2005 ê hemwarkirî û projeya destûr bê, ku Serokê Herêmê raste rast ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin, yan li gor nêrîna çend partiyek ku daxwaz dikin Serokê Herêma Kurdistanê li nav Parlemenê de bê hilbijartin. Eve jî cûdahî xiste nav aliyan ve paşê pirsa projeya destûra Herêmî xistin ser û derencam bi mixabinî ve muamelekirina tundiya hinek aliyan proseya siyasî berev qeyranê ve bir.

Ji bo wê yekê bikarîn bingeha pêkvekarkirinekî baştir bînîn holê sebaret bi wan pirsan û ji bo wê yekê ku mînakeke xweşiktirê proseya siyasî li Herêma Kurdistanê nîşanê xelkê xwe û derve jî bidîn, her wiha ji bo wê yekê ku bikarîn bingeha tewafuq birexsênîn û aliyê siyasiyan û pêkhatên civaka Kurdistanê, têbînî û nêrîna xwe li ser awayê hilbijartina Serok û projeya destûr bixin rû, bi nameyek li 25.06.2013 min daxwaz ji hemû aliyê siyasiyên Kurdistanê kir, têbînî û nêrînên xwe yê li ser projeya destûr ji bo me bişînin. Piştî gihîştina bersîvan, min daxwaz ji Serokayetiya Parlemenê kir li gel hemû alî û pêkhatên civaka Kurdistanê kom bibin bo ku bigihin encamek.

Armanca min ji şandina têbîniya aliyan bo Serokayetiya Parlemen ji bo ewe bû ku tewafuqa aliyên nav Parlemen û derveyê Parlemen û têbîniya hemû pêkhatan bibê nexşerêyekî baştir û ji bo projeya destûr û hilbijartinan bingeheke guncawtir dabîn bikîn, paşê bi gelê Kurdistanê rabigihînim ku ez wekî şexsê xwe min tu niyetek ji bo xwe kandîdkirin û berbijartinê ve tûne û rêz li hemû yasayan digrim û emanetê Serokayetiya Herêma Kurdistanê radestî her birêzekî din dikim ku tê hilbijartin.

Lê belê bi mixabinî hevrik û opozîsyon serkeftî nebûn li hevkarîkirina serxistina proseyê, belku bi wî awayî reftarê kirin ku qebûl nekirin aliyên din jî li civînên Serokayetiya Parlemenê da beşdar bibin, hewl û proseyê rûxandin. Li wir da derket ku mefhûma tewafuq aliyê opozîsyonê ve tenê sepandin û cîh bi cîhkirina wan daxwazane ku wan bi xwe heye, bi bêyî gûhdana daxwazên aliyên din.

Dixwazim li vir da gelek bi eşkere bibêjim, tewafuq ne eweye ku tenê Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) û sê aliyên opozîsyonê rêkbikevin, belku pêwîste bi wan û hemû aliyan û pêkhatên cûda cûdayên dinê Kurdistanê ve jî pêkbê. Projeya destûr di dema xwe de ji aliyê 36 Partî û hemû neteweyên Kurdistanê ve li ser guftûgo hatiye kirin, ji ber wê yekê jî nabê îro piştguh û îhmal bikin, ji ber ku Kurdistan ne bi tenê her ew pênç aliyên têdaye. Li vir jî dûbare daxwaz ji hemû aliyan dikim, li ser pirsa destûr berev tewafuqê hengav bavêjin û ez jî bi hemû şiyanek ve piştevaniya we dikim, bila qeyrana siyasî dirust nebê û ji bo wê yekê aramiya jiyana xelkê Kurdistanê neyê têkdan û hemû hêz û şiyana xwe bixîn holê bo ku sûd ji wan derfetan werbigrîn ku îro ji bo gel û nîştimana me li vê navçeyê da pêş hatiye.

Hemû hewlekî xwe dixim holê ji bo rexsandina bingehekî nû ya gihîştina bi tewafuq. Xelkê Kurdistanê û Partiyên siyasî şahidiya ewe ji bo min didin, ku li ser pesendkirina projeya destûra Herêma Kurdistanê li sala 2009 da ji aliyê Parlemenê ve, min hewlekî zêde da bo ku tewafuq li ser dirust bibê û bi dilê hemû aliyên Kurdistanê bê û min pêdagiriyê li ser ewe kir ku divê nêrîna hemû netewe û pêkhatên olî têda cîh bigrin. Her wiha jî hate kirin û piştî wê li Parlemen deng li ser hate dayîn. Vê carê jî min dixwest dûrî li hemû girjî û ji bo gihîştina bi tewafuq helçûnekî nav proseya siyasî heman bingehê dirust bikim.

Bi mixabinî opozîsyon bi reftar û awayê muamelekirina wan li wan çar salên derbasbûyî de, wê nêrînê beşekî zêdeyê ji xelk û aliyên xwe li ser xwe çespandiye, ku bi tu tiştek razî nabin û tewafuq li nêrîn û dîtina wan sepandina bîr û ramanên wane ku eve jî berevajiya edet û urfê siyasî û demokrasiyane.

Sê aliyê opozîsyonî divê bizanin ku ji bilî li Partî û Yekîtî, ji bo bergirîkirina li hebûna gelê me û mayîna navê Kurdistanê da gelek partiyên din jî li Kurdistanê da hene li dijwartirîn demên jêrdestiyê da gelek fedakariyê nîşandane, her wiha gelek partiyên dinê muhletwergirtî hene îro raman û axaftina wan ji bo pêşketina Kurdistanê heye. Nabê sê aliyên opozîsyon rê bi xwe bidin û hewla ewe bidin li aliyê dezgehên bilindên Kurdistanê ve dîtin û nêrîna aliyên din piştguh bixin, yan rê bi xwe bidin bi awayekî biçûkkirî behsa wan bikin, ji ber ku bi tu awayekî eve ne nerîtekî demokrasiyane ye. Ji bo wê yekê daxwaz ji birayên opozîsyonê dikim bi singekî fireh hevdû qebul bikin û li gor bingehên demokrasiyan kar û çalakiyên siyasî û yasayî encam bidin û hemû reftar û muameleyên wan li ser bingeha qebulkirina ewên din ve bê.

Xelkê xweragirê Kurdistanê…

Parlemena Kurdistanê, li roja 30/06/2013 da bi derxistina dû yasayan, dema Parlemen û Serokayetiya Herêma Kurdistanê dirêj kirin, eve jî bû sedema paşxistina hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê. Li vir da dûpat dikim tu demekî ez nebûme xeyala kursî û postan. Îro jî naxwazim dîroka xwe ya li xebata rizgarî û azadiya Kurdistanê bi tu tiştekî din biguherim. Mirov zêdetir bi xebat û kar û bexşên ji bo gel û nîştiman û mirovayetî tê naskirin neku bi pile û post û navnîşanên wezîfî û îdariyan.

Min yasaya dirêjkirina dema Parlemena Kurdistanê îmza kir da ku tu valahiyeke yasayî û destûrî li Herêma Kurdistanê da dirust nebê. Dema û wilayeta Serokayetiya Herêma Kurdistanê, ji aliyê Parlemena Kurdistanê ve bi dengê fraksiyona Kurdistana (Partî û Yekîtî) li gel fraksiyonên partî û neteweyên dinê nav Parlemen û serbixweyan ji bilî li fraksiyonên partiyên opozîsyon hate dirêjkirin.

Niha ez li ber erkên wê hevpeymaniyê da me ku li navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê da heye, ku pêkve li gel çend partî û neteweyên Kurdistanê da bi navê Parlemen biryarê dane dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo dû sal bê dirêj kirin, bi bêyî wê yekê ez têda beşdar bûbim.

Her wiha min ji ber berpirsiyariya exlaqî û komek erk û karê hevbeşên demdirêj dame li gel birayê xwe yê delal Mam Celal ji bo dirêjedana bi hevpeymaniyê, bo ku wefadariya wê karwanê bibim ku me destpêkir û encamên wê jî bi erênî ve berdewam bibin û înşallah ke ew jî bi xweşî vedigere Kurdistanê, hemû tiştek gelek bi aramiyê de bibîne. Li heman demî de ez baş li erkên hevpeymaniya di navbera Yekîtî û Partî têdigihim, ku bi rastî jî ew hevpeymanî aramî û pêşketinekî gelek mezin li Kurdistanê da dirustkiriye, ku berhemê wê jî eveye ku niha Herêma Kurdistanê li bala hemû cîhanê deye, her wiha wisa kir Kurd beşdarekî çalak bê li guhertinên Iraq û navçeyê da. Îro jî ku cenabê Mam Celal ji ber rewşa tendirustiyê ne li Kurdistanêye hest dikim berpirsiyariya wî jî divê ez encam bidim li parastin û bihêzkirina wê hevpeymaniyetiyê da wekî wefadariyek ji bo pêkve kar kirin û hevxebat û hevkarê çend salên di navbera me ya bi navê gel û welatê me da.

Her wiha ji bo berçavgirtina gumanên pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê li ser egera kûrtirbûna qeyrana siyasî û parastina aramî li Kurdistanê da û ji ber daxwaza kesayetiyê xebatgêrên Kurdistana Iraqê û perçeyên dinê Kurdistanê da, û piştî şêwirîna li gel gelek ji hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê min yasaya dirêjkirina dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê ret nekir. Lê belê ev ret nekirin jî nayê wê wateyê ku ez li gel awayê naveroka yasaya dirêjkirina wilayeta Serokê Herêmê da bim, ji bo wê yekê jî min îmza nekir.

Li vir da wekî rêzgirtinek li dengê zêdetirê fraksiyonên Parlemena Kurdistanê û ji bo îhrac nekirina wan, bi gelê xweşdiviyê Kurdistanê radigihînim, ku ez bi awayekî demkî heta weku xula çarema Parlemena Kurdistanê dest bi kar dibê û bi lez digihine tewafuqek, wê erk û emaneta ku ketiye ser şana min bi cîh digihînim, her ji niha ve jî daxwaz ji Serokayetiya xula pêş a Parlemena Kurdistanê dikim ku li jêr ronahiya wê nameya min ku min li 12.06.2013 de pêşkêşî Serokayetiya xula niha ya Parlemenê kiribû, piştî hilbijartinên 21/09/2013 dest bi cîh li kombûna destpêkên Serokayetiya Parlemenê da bi zûtirîn dem mekanîzmeyek peyda bikin bo ku li demeke kêmtirê salek de bigihin tewafuqek li ser hemwarkirina projeya destûr û aliyeta hilbijartina Serokê Herêmê. Wê demê hilbijartina Serokekî nû ya Herêma Kurdistanê bê encamdan û ew emaneta li destê me daye bidîn her birêzekî din ku baweriya gelê Kurdistanê bi dest ve bîne. Ez bi xwe û Kak Kosret Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî, wekî dezgeha Serokayetiya Herêma Kurdistanê hemû hevkariyekî Serokayetiya Parlemen ji bo vê mebestê nû dikîn.

Divê em hemû mînaka xweşika demokrasiyê pêşkêş bikîn, nabê tu kes bi kursiyek ve biçespê û nabê rê bidin li Kurdistanê de Serokê heta hetayî hebê. Min bi xwe baweriyeke bi tevahî bi wê yekê heye ku dema postek ji aliyê kesek ve tê bi cîh hiştin, divê gel wan pirsiyaran bike ku ji bo çi wê postê bi cîh dihêlê, neku gel bigihe radeya wê yekê wê pirsiyarê bike ku ji bo çi naçe.

Gelê xweşdiviyê Kurdistanê ez we dilniya dikim ku tenê hun dikarin biryarê li ser çarenûsa xwe bidin û kes nikarê wan mafan ji we zeft bike.

Bijî Kurdistan…

Nemirî ji bo şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û serfirazî serbilindî ji bo gelê Kurdistanê

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.07.2013

About The Author