Tir di xalê me Kemal de kirin fis

Xalê me Kemal Seyid Qadir, yek ji wan kesan bû ku li dijî dirêjkirina serokatîya Mesûd Barzanî derdiket. Û tew mêro xwe wek namzetê „Serokatîya Kurdistanê“ jî danîbû. Rebeno ketibû nav xewn û xewnerojkên serokatîya Kurdistanê û bawer dikir ku wê bibe serokê Kurdistanê.

Kemal Seyid Qadir efendî wê rojê xwest li ber qehwexaneya Miçko (çi navekî xweş loooooo) nerazîbûna xwe li dijî dirêjkirina dema serokatîya Mesûd Barzanî bîne zimên û lotikekê bavêje. Lê xuyaye lotika wî berepaş lê vegeriya û bû bela serê wî.

Kemalê me li ber qehwexanê rastî êrîşa hêkên mirîşk û elokan hat û di nav zelqên mirîşk û elokan de ma. Yanî, rebeno çû heyfa bavê lê mixabin qûna dê jî li ser kir.

Ê law oxlim, ji te re çi tu li dijî dirêjkirina dema serokatîya kek Mesûd derkevî baba?

Ma te nizanîbû tuyê di nav zelqên mirîşk û elokan de bimîni û bi sabûna hêkan bê şûştin canekem?

Law tu bi kêrî serokatîya Kurdistanê nayê kezeb, tu layiqî serokatîya Bexdayê yî, tu layiqî serokatîya Erebên qûnreş î, ma tu û serokatîya Kurd û Kurdistanê!?

Na na xalê Kemal, vê carê te lotikek çewt û teqlo meqlo avêt û di nav hêk û zelkên mirîşkan de ma, lê bawer bike cara bê tuyê îcar di nav rîx û serkulên ker û bergîlan de bimînî haaaaaa, eman eman heman xeletîyê neke kaka!

Şikir ji hêkên mirîşk û elokan re bîne û tu sax…

Cemîl Cewher / Hewlêr

 

About The Author