Di 55 salîya xwe de har bûye

Lotikvana germik û nermik a Hollywoodê Şaron Stone bû 55 salî.

Stone ya ku di xortanîya xwe de dilê xortên 17-90 salî diperitand û doxîn li wan şil û pil dikir, îro di 55 salîya xwe de qermiçîye û rebenê li ber xwe û xortanî û bedewîya xwe dikeve.

sharon stone

Şaronka me hevpeyvînek bi çapemenîyê re kiriye, gilî û gazindên xwe anîne zimên û daye lotikan. Lê lotika ecêb ev e ku Stone dibêje, „Piştî 55 salîya xwe ez har bûme. Ew hez û şehweta seksê ku min ji bîr kiribû, dîsa li min vegeriyaye, êdî dilê min xiyar û tirozîyên taze dixwaze ellahwekîl“ û çavên xwe li hawîrdor, li xiyar û miyarkên taze digerîne.

Axir û ez serê we neêşînim, ji berê de dibêjin „Dil pîr nabe“. Çi 14 salî û çi jî 55 yan 95 salî. Mirov her tiştên ciwan û taze dixwaze û dixwaze wek dem û dewranên berê bide lotik û zîtirkan.

Mesela Şaronka me jî ev e gelî lotikvanan. Heçê bixwaze şad û şûdên jinek 55 salî bibîne, bela here li devê derîyê Şaron xanimê têkeve dora tenûrê û hûn sax…

Las Vegas

sharon stone2

 

About The Author