BORÎYEK MEZIN KIRIN QÛNA ERGENEGÛYAN

Her çiqas jê hez nekim jî bi serê mela Îsoyê Topal be, Recebo mêrekî di ser pozê xwe re ye. Serkerên civat û koma rêxistina Ergenegû li Silîvrêya xopan berhev kir û borîyek mezin kire qûna wan.

Serkerên Ergenegûyê li xaka Kurdistanê bi lîstikek qirêj û gemar gelek cîwanmêrên me kuştin. Gelê me feqîr û belengaz kirin, lê bi xwe dewlemend bûn. Bi wan pereyên qirêj ji xwe re hevkar û tolaz peyda kirin. Heçê revîn jî ji destê wan bêbavan xilas nebûn !

yargitay-onarsa-basbug-un-rutbesi

Berî her tiştî yek ji vana ne Tirk e, ya zora me diçe jî ev e. Dolheram yan macir in yan jî bi eslê xwe Êrmenî û Ereb in. Welî Kûçik û Dogu Perînçek Êrmenî ne, destebirakê Ocalan Yalçîn Kûçik Ereb e. Yên din jî macirên bêbav in.

Elahwekîl ez hema ji duh de şa dibim û dibêjim “ Bijî Recebo ! “ Niza hûn çi difikirin ?

Serê borîya mezin jî kir qûna yê ku ji çeka lavê re digot  “ Ev borî ye “ , ji pelika darbeya leşkerî re digot “ Ev parçeyek kaxezê valaye“ .

Yezdan mezin e, wê rojek jî lîsteya hevkarên van Ergenegûyên Kurd jî bê aşkere kirin. Wê demê wê kes nikaribe min bigre, ezê hema her tim bêjim “ Bijî Recebo ! Bijî Recebo !

Ev ji bo min cejn e. De bila hemi cejnên we jî pîroz û bimbarek bin..

About The Author