Eşqa Zimên!

Ziman, man û neman e!
Kêsê xatir nedin zimên, ew ê bi ber bayê zemên kevin û bibin leylan…
Heta şoreşa çekê veneguhere şoreşa zimên, em ê kurd tim parsek bin li ber derîyê zemên!
Dem, dema aqil û zanînê ye, êdî bi teqteqokan dibe ku tu bedenan dîl bigrî, lê tu hew karî bibî xwedîyê mejî û dilan.
Rêya rast û rêya heq yek e û divê kurd êdî vê rêyê nas bikin.
Bi sedan sal in ku Kurdistan di nav diranên gur û çeqel û wawîkan de nalenal e.
Bi sedan sal in ku li ser her çar perçeyan xwîn diherike tevî hêsiran mîna çeman…

hidirla6Ne dawîya kuştinê hat…
Ne dawîya xwefiroştinê hat…
Ne jî dawîya nezanî û belengazîyê…!
Em her perîşan in, her nezan in, her belengaz in li ser axa xwe ya ku êdî ji pêlîkirina me şerm dike û ji girî lal û beyar maye…
Li bakur ev serê sîh û pênc salan e ku şerek didome…
Bi hezaran kurd mirin!
Bi hezaran kurd ji axa xwe hatin sirgûnkirin!
Bi hezaran gund şewitîn!
Rebenên kurdan li bajar û metropolên Tirkîyeyê pahn û belav bûn, belengazîya xwe jî bi xwe re birin.
Bûn diz…
Bûn kujer…
Bûn tînêrkêş û esrarkêş…
Bûn qûnek û qehpik…
Ma gelo bûn çi û nebûn çi?
Lê îro qonaxa ku em hatine lê asê bûne, ne kurdî heye, ne kurd hene, ne jî Kurdistan!
Çima?
Ji ber ku hayê me ji sedema destpêkirina şer tune û em nizanin em ji bo çi şer dikin, lewma…
Heke nexweşî nehatibe teşîskirin, tedawî jî ne mimkûn e. Divê li gorî teşîsê derman bê dîtin. Yanî bi salan, em bi hesret û xeyala welatekî azad têkoşîyan, lê me nizanîbû derîyê welatekî azad bi zimên vedibe…
Mifteya azadîyê ziman e!
Heke her kurdî/ê wek çekê li zimên nerîbûya û bi zemên re şer kiriba, nuha îro ne em, dijminên me yên ku em di nav diranên xwe de qetqetî kirine di şûna me de leylan bûn!

Xidir Ercanê Mêrdînî ev rastî nas kirîye û ketîye bin barê zimên û dimeşe ber bi zemên ve…
Nuha tenê ye, lê şoreşa wî hêjatirîn e ji şoreşa çekê ya bi salan. Ji ber ku wî fahm kirîye dema zimanê wî tune be, ew jî tune ye û ew jî tune be, jixwe welatê wî jî çênabe û derew e…
Li dijî dewleta dagirker şerekî egîdane dimeşîne. Ne ditirse, ne bi xwe re dikeve şikê û ne jî ji bîr û bawerîya xwe dadikeve.

hidirla5

Her dilsoz e, her bi hêvî ye…
Vî xweşcamêrî çi kirîye?
Gotîye, dijminê min ê ku divê ez noqê jê vala bikim û bitirsim ne çek û ne jî teqteqokên dewletê ne. Dijminê min ê herî har û barbar zimanê dewletê ye ku dixwaze piştê li zimanê min bişkîne û heta hetayê min ji ser rûyê dinyayê wenda bike.
Vî xweşmêrî çi kirîye?
Gotîye, zimanê min bimre, ez ê jî bimrim û piştî ku ez mirim jî jixwe Kurdistan derew e. Lewma jî wek malbat, li dijî vê rêbaza zalimane ya ku armanc tunekirina kurdan e, zarokên xwe ji dibistanên dewletê derxistine û ketîye pey parastina xîreta xwe.
Rengê şoreşa wî ziman e. Û bi hêza zimanê xwe bi dewleta tirko ya xwedan top û cebilxane re şer dike.
Dibe ku bi we romantîk were, lê bawer bikin, ev xweşcamêr ê bi ser bikeve, him jî bi awayekî serfiraz.

Kurdino!
Ka werin piştgirî û destekê bidin têkoşîna vî xweşcamêrî, da ku agirê şoreşa wî gûrtir bibe…
Kurdino!
Ka werin piştgirî û destekê bidin têkoşîna vî xweşcamêrî, da ku agirê şoreşa wî kesk û sor û zer bilind bibe û veguhere Kurdistaneke azad!
Ev şoreş kare bihêle ku pergal û sîstema tirko di nava du-sê salan de ber bavê…!
Ev şoreş kare me li me vegerîne…!
Ev şoreş kare bingeha Kurdistanekeke azad saz bike…!
Ka werin em bi hev re pîbarê vî camêrî û malbata wî de rabin!
De ka werin haa!

hidirla2.Ji kerema xwe re linka jêr bitikînin da ku mesele baş bê fahmkirin…

http://www.yuksekovahaber.com/haber/diline-asik-cocuklar-109383.htm

 

About The Author