Qutiya 7 an

Çepên Tirkoleran û yên din..

Çepikan li hev dixin û didin lotikan

“Rojava….şoreş..şoreşa rojava pîroz be… û jehr û ziqûm..

Ma li rojava kî wan pepûkan dikuje? Ew ji ber çi koçewar dibin? Li rojava kengî şoreş pêk hat? Ma gelê ku xwedîyê şoreşê ye, ne azad e, ne serfîraz e û bê derd û kul e?  Ji bo çi ew ji bihuştê /şoreş/ direvin û ber bi dojehê ve diçin?

Ewên ku nikarin bersiva van pirsan bidin, dixwazim wan rêkim ba hekîm û bijîşkan. Pirsgirêk di qutîya 7an de ye, wê çareser bibe…

A demonstrator use fingers in the place of the nose with an image of Sarkozy, France's President and UMP party candidate for the 2012 French presidential election, referring to him as Pinocchio during the traditional labour union Labour Day march in Paris

Bijîşkek pesnê xwe dide ( 30 sal berê serokekî jî pesnê xwe da bû….wek serxwebûn..yekîtî.azadî…) û weha vedibêje:

-Niha ew nexweşê ku nikarim sax bikim û birîna wî derman bikim, ezê sed qatî mesrefa wan dirav jî bi serde bidimê.

Zilamekî fenek peyda dibe, dixwaze bijîşk bixapîne û wan diravan bistîne.

-Ezbenî, ez nexweş im, nikarim tehmê ji xwarinê  bistînim.

Bijîşk li ser gazîya nexweş bang li hemşîrê dike:

-Qîza min, ji kerema xwe qutîya 7 an ji min re bîne..

Hemşîre daxwaza bijîşk bi cîh tîne, bîjîşk ji nexweş re dibêje:

-Keremke tilîya xwe têxe nav qutîyê u tehm bike.

Nexweş tilî davêje nava qutîyê û tehm dike. Bi hêrsketî:

-Wîîîî …ev gû ye law..!

Bijîşk dibê:

-Tu tehma devê xwe dizanî, naxwe nexweşîya te ne rast e.

Ew zilam gelek hêrs dikeve û carek din disa tê ba bijîşk û dixwaze wî bixapîne.

Bijîşk:

– Keremke ezbenî.

Mêrik:

-Hekîmê min, ez giran nexweş im. Her tişt zû bi zû ji bîra min diçe, jibîr dikim.

Bijîşk ji hemşîrê re dibê:

-Qîza min, ji kerema xwe qutîya 7 an ji min re bîne.

-Keremke, qutîyê veke û temaşe bike bê çi di nav de ye ji min re bêje.

Mêrik:

-Wîîî..ew gûyê ku cara din min tehm kirîbû, bi xwedê ew e…

Bijîşk:

-Baş e.Nexweşîya te ne nexweşîya jibîrkirinê ye.

Ew zilam jê re bes nake û carek din hazirîya xwe dike û tête ba bijîşk.

– Ezbenî, vê carê bi sond û peyman ji cenabê te re rast dibêjim, li min ranabe.

Bijîşk:

-Qîza min, ji kerema xwe qutîya 7 an ji min re bîne.

Dema ku mêrik navê qutîya 7 an  dibihîze har û dîn dibe û bi hêrs dengê xwe bilind dike:

-Ez di wê qutîyê nim…

-Huş be qeşmer, bes e, dema ku tu karî di qutîyê nî naxwe li te radibe, her tiştê te derew, fêl û fen e….

Îcar bi derew, fêl û fenan tu kes nagihê cîhekî qurban.  Belkî Kurd demekê bi van fen û dek û dolaban bên xapandin, lê rojek bê wê ew dolabgêr û sextekar bi xwe têkevin gerîneka vir û derewên xwe û ji gûyê qutîya 7 an tehm bikin..

About The Author