Lotikxane

daskan dibboDi vê kelegerma havînê de, qey şeytan tiliya xweya qilîncekî şil kiriye û xistiye kuna min de, min dest bi nivîsandinê kiriye… Nizanim, dibe ku Xwedê jî bi min lîztibe.

Bi Kurdîhezî û welatparêzî, bi xweşî û coşî; emê ji bo ken û lotikan, li ser mijarên Kurdistanî û cîhanî binivîsin. Tenê nivîs? Na. Di ber de, bi wêneyan û karîkaturan jî emê nivîsên xwe biweşênin ber we.

Hindikî rêzanî, hindikî çandî û têra xwe bi henekan emê bixemilênin.

Em silavên xwe li her hestiyên li ser û bin axa Kurdistanê,

û li hejîrên bi dara di baxçê Amê min Hacî de,

li Şahbanûya Brîtanyaya Nehîte, Elîzabeth,

li pîxwas û esrarkêşê me, Bob Marley,

û li pîrekên devê tenûran,

li kevirê Hacê û agirê Zerdeştiyan,

û filan û fîstan dikin…

Hêvî dikin ku Kurdistan, wek Barbados û Haîtî azad bibe.

Niha bimînin di xêr û xweşiyê de…

Heta carek din Xwedê kerîm û rehîm e..

 

About The Author