Partî Kurdistan ji teror û terorîstan parastiye

Nasrat_haciDi van rojan de, ango di roja 28.08.2013ê de, propagendeyên hilbijartina parlamentoya Kurdistanê dest pê kirin û heta roja 20ê îlonê berdewam dibin û roja 21 îlonê jî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê dikin.

Hemû partî û aliyên beşdariyê di hibijartinan de dikin slogan û dirûşên xwe weşandin û propagende û rêklamê ji bo kandîdatên xwe dikin.

Slogana gelek zêde bala min kişandî ev bû (deng bi Partî didim ji ber ku wê Kurdistan ji teror û terorîstan parastiye)

Bi rastî ev slogan esas û bingehê hemû guhertin, pêşkeftin û avadankirina herêma Kurdistanê ye. Eger aramî û îstqrar li her der û deverê hebe, pêşkeftin û avadankirin dê li wê der û deverê berdewam be.

Her ji destpêkirina kabîneya pêncem a hikûmeta herêma Kurdistanê di sala 2006ê di bin seroaktiya Nêçîrvan Barzanî de, yek ji kar û wezîfeyên hikûmetê yên pêşîn parastina emin û asayîşa herêma Kurdistanê bûye. Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di hemû peyv û gotarên xwe de hertim tekîd li ser parastina asayîşa û emniyeta herêma Kurdistanê kiriye û ev yek bi kiryar cîbicî kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di gotareke xwe de  ku, roja 14.08.2008ê pêşkeşî derçûyên akademiya polîsan kiriye li dor giringiya hebûna emniyetê dibêje:

–          Hûn dizanin ku, dabînkirina emin û asayîşê wezîfeya sereke a hikûmeta Kurdistanê ye. Di heman demê de mafê jiyana bi aşitî û selametî ji mafên sereke û girin yên mirovan e. em dixwaz in li ser axa welatekî wêran, welatekî modern ava bikin. Ev yek jî bi alîkariya sîstem, qanûn, aramî û îstîqrarê misoger dibe.

          Diyare rewşa aram û biîstîqrara herêma Kurdistanê ku, bi xebat û tekoşîna polîs, asayîş û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê û tevaya saziyên hikûmetê çêbûye, tesîra xwe li ser rewşa aborî, baştirkirina jiyanê û xweşiya hevwelatiyan hebûye.

Îraq bi giştî çend sale di nav xwînrijtin û teqandinande dijî, hikûmeta Îraqê bi wê zengniya xwe û leşker û çekê xwe nekariye emniyeta îraqiyan biparêze û Îraq hêşta welatekî xibe û wêrane. Kerkûk û Musil ku çend kîlometroyekan ji herêma Kurdistanê dûr in û din bin kontrola hikûmeta Îraqê dene,  hema bêje rojane çend kiryarên terorsîtê lê diqewimin û çend hevwelatî tên kuştin.  Lê herêma Kurdistanê dibin hukimdariya PDKê de  ji teror û terorîstan parastiye.

Ji ber ku, herêma Kurdistanê di warê emin û asayîşê de parastiye û herêmek arame, mezintirîn kompaniyên cîhanî yên di warê neftê de kar dikin weke Exxon Mobî, Total, Gazprom, chefron, Genel Energy û gelekên din berê xwe daye Kurdistanê û di warê neftê de kar dikin. Hewlêr weke paytexta tûrîzmê a welatên erebê bo sala 2014ê hatiye destnişan kirin, şiket û kompaniyên gelek welatên erebê, dewletên cîran û yên ewropî berê xwe daye herêma Kurdistanê û di warên cihê de karê sermayerazandinê dikin.

Ango bi kurtî mirov bêje parastina aramî û amniyeta Kurdistanê niqteya bingehîn a destpêkirina hemû kar û xebatan e û PDK jî ev ji xwe re kiriye armanc. Hevwelatiyên Kurdistanê jî vê yekê bi çavên xwe dibînin ji ber hindê dê di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li roja 21îlonê de dengê xwe bi Partiya Demokrata Kurdistanê bidin.

Rojeva Kurd

About The Author