HESP DIZÎVIRE TERSÊ XWE BÊHN DIKE

Dewleta Osmanîyan em xapandin û bi kar anîn, bi saya serê Kurdan barbarîya xwe li cîhanê domandin. Kurd ji wan re xulambûn, şervanbûn û aqilbendbûn. Di dawîyê de pehînek zexim (xurt) li qûna Kurdan xistin. Me ji vêya ders hilneda mixabin.

Glad_hest_1Dewleta Tirk wexta hate avakirin dîsa bi dek û dolaban Kurd xapandin, ji xwe re kirin alîkar. Giregirên Kurdan piştgirî dan Misto Kemal, paşê ewî jî koka Kurdan anî û hemû qir kir. Sed mixabin me dîsa ders hilneda !

Niha dîsa gelek Kurdên bê aqil ji bo dewleta Kemalîst, ji bo berjewendîya Tirkan; gelê Kurd kaş û berkaş dikin. Dibên “ bi sed qesem divê hûn dev ji mafê xwe yê netewî berdin bibin parêzgerê sîstema rizyayî “ filan û fîstan.

Law qey hûn zayendê (cins) hespa ne ? Carê carek hûn dizîvirin tersê bêhn dikin ! Bes e lo, hûn ne ji me ne; em ne bêmejî ne ku wek we qûna neyarê xwe bialêsin baba…

We bi xwe de rîtiye, neynin gûyê xwe li me negerînin. Hûn bimirin jî Kurdên temîz û pak wê heta hetayî bibêjin “ Ez Kurd im, welatê me Kurdistan e û xelas!

About The Author